Lîs kurdbûn û kurdîtîya Yaşar Kemalê mezin raberî me dike
Wergera pirtûkê: Birahîm Ronîzer
Yaşar Kemal (z. 6ê kewçêra 1923, Osmaniye – m. 28ê reşemiya 2015, Stembol), li navçeya Osmaniyeya Edeneyê, li gundê Hemiteyê ji dayîk bûye. Navê wî yê di nasnameyê de, Sadik Kemal Göğçeli ye. Bi eslê xwe kurdê gundekî Bêgiriya Wanê ye, nexasim di romannûsiya bi tirkî de, zimanê tirkî gihandiye asteke gelekî bilind.
Piştî Şerê cîhanî yê yekem malbata wî tev koçî Edeneyê, Osmaniyeyê kiriye. Di biçûkiya xwe de, çavekî xwe winda kiriye. Di dema dibistana navîn de, têkiliya wî ya bi nivîsê re ew ber bi berhevkirina berhemên folklorê ve tê veda.
Wê heyamê, helbestên wî di kovara Mala Gel a Edeneyê ya bi navê Kovara Nihêrînan de hatin weşandin. Di dibistana navîn, pola dawî de, dev ji dibistanê berda û karmendiya pirtûkxaneyan de xebitî. Di vê navê de, helbestên wî di kovarên wekî Ülke, Kovan, Millet û Beşpınarê de derçûn.
Di sala 1951ê de hate Stembolê, di rojnameya Cumhuriyetê de, nivîskariya hevpeyvîn û pêkenokan kir. Bi hevpeyvîna bi navê Di Mezintirîn Çewlîga Dinyayê De Heft Roj ve Perrûya Taybet a Komelaya Rojnamevanan a Serkeftinê wergirt. Di sala 1952yan de, pirtûka wî ya bi navê Keleka Havînê hate weşandin. Romana wî ya pêşîn, Memedê Zirav di sala 1955an de derket.
Di navbera salên 1955-1984an de 33 pirtûkên wî yên ku ji çîrok, roman, hevpeyvîn û bend û gotaran pêk hatine derketin. Di hevdeh saliya xwe de, cara pêşîn hate girtin. Di temenekê biçûk de, dest pê kir li tembûrê xist, dengbêjî kir, bû stranbêj. Bi dengbêjên herêmê re kete lecê. Yaşar Kemal bi roman xwe ya pêşîn Memedê Zirav ve Perrûya Romanê a Varlıkê wergirt. Ev roman wergeriyaye zêdetirî çil zimanên dinyayê.
Berhemên wî yên din ji bo zimanên biyanî hatine wergerandin. Sala 1974an, bi pirtûka xwe ya bi navê Qetla Sûka Hedadan ve Perrûya Madaralı ya Romanê wergirt. Di sala 1977an de, bi berhema xwe ya bi navê Erd Hesin Esman Sifir ve ji aliyê Sendîkaya Rexnegirên Wêjeyê ve wekî baştirîn romana salê ya biyanî hate hilbijartin. Di berhemên xwe de êş, çewisandin, kedxwarî, xwînîtî, axatî û pirsa axa Torosan, Çukurovayê û mirovên Çukurovayê bi awayekî karîger, bi teswîrên bêhevta li tevnê dixe, ku ev yek girîngtirîn taybetiya nivîskariya wî ye.[1]