Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,225
Wêne
  123,332
Pirtûk PDF
  22,032
Faylên peywendîdar
  124,485
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Aliyên nenas ên dengbêjên Kurd ên navdar: Reso, Şakiro û Huseyno
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya dîroka duh û îro ji bo nifşên siberojê arşîv dike!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Aliyên nenas ên dengbêjên Kurd ên navdar: Reso, Şakiro û Huseyno
Aliyên nenas ên dengbêjên Kurd ên navdar: Reso, Şakiro û Huseyno
Aliyên nenas ên dengbêjên Kurd ên navdar: Reso, Şakiro û Huseyno
Ji rêzepirtûkên Antolojiya Dengbêjan ya sêyem ku jiyan û berhemên Dengbêj Reso, Şakiro û Huseyno bi berhemên nivîskar û lêkolîner Îbrahîm Şahîn û Omer Guneş tê de derket.
Stenbol (K24) – Lêkolînerên Kurd Îbrahîm Şahîn û Omer Guneş bi xebatên xwe yên li ser dengbêjan heta niha 3 rêzepirtûkên “Antolojiya Dengbêjan” anîne cem hev.
Ji rêzepirtûkên Antolojiya Dengbêjan ya sêyem ku jiyan û berhemên Dengbêj Reso, Şakiro û Huseyno bi berhemên nivîskar û lêkolîner Îbrahîm Şahîn û Omer Guneş tê de derket.
Rêzepirtûka ku ji aliye Weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye weşandin, lêkolîner dibêjin ev rêzepirtûk dê bi xebat û jiyana dengbêjên din bi vî rengî dewam bike.
Îbrahîm Şahîn û Omer Guneş diyar kirin ku wan bi awayên cuda xwe gihandine gelek çavkaniyan ên derbarê dengbêjan de û diyar kirin ku li gel kesên ku dengbêjan dizanin, guhdar dikin, têkiliya wan bi dengbêjan re heye û di destê wan de arşîva dengbêjan heye.
Herwiha herdû lêkolîner diyar dikin ku ew bi gera herêm bi herêmê, bajar bi bajar, gund bi gund û xebatên zeviyê çavkaniyan kom dikin.
Îbrahîm Şahîn û Omer Guneş ji K24ê re axivîn û derbarê xebatên xwe de axivîn.
Gelo şêwazên dengbêjiya dengbêj Reso, Şakiro û Huseyno yek in?
Her dengbêjekî gewre şêwaza xwe ya taybet heye. Ev şêwaz wî ji yên din cuda dike. Dengbêj Reso, Şakiro û Huseyno her yek ji wan mamoste-dengbêjekî cuda ne. Her sê jî helbestvan-dengbêj in. Her yek şêwaza xwe ya bêhempa heye. Şêwazên Dengbêj Reso û dengbêj Şakiro nêzî hev in. Şêwazên Huseyno, Ehmedê Koşkê û Sidîqoyê Zorava nêzîkî hev in.
Ji ber vê yekê, cûdahiya serweriya her yekî wan çi ye û em çawa dikarin vê cûdahiyê ferq bikin?
Dema ku bûyera ku mijara stranên wan e tînin ziman, em dikarin cudahiyên wan di deng, meqam û çîroka bûyerê de bibinin, ferq bikin. Yanî hem ferqeke melodîk heye, hem jî ferqa xeyalî û hem jî cudahiya edebî heye.
Her dengbêjekî mezin di edebiyata dengbêjiyê de bi awayekî edebî, têgeh, peyv, qalib û formên hevpar ên edebî bi kar tîne. Ev ji yên din cuda dike. Di vê wateyê de di navbera her sê dengbêjan de cudahiyên girîng hene.
Dengbêj Reso, Şakiro û Huseyno hevdu dîtine?
Hevaltiyekî xurt di navbera wan de hebûye. Bi salan û gelek caran hev dîtine, bi hev re di dîwanên dengbêjan de stran gotine.
We got ku Dengbêj Şakiro li Enqereyê jiyaye û li wir maleke wî jî hebûye û li wir wefat kiriye, gelo rast e?
Dengbêj Şakiro demeke kin li Enqereyê dimîne, lê salên dawî yên jiyana xwe li Îzmîrê derbas dike û li wir jiyana xwe ji dest dide.
Hin kes dibêjin şahê dengbêjan Reso ye hin kes jî dibêjin Şakiro ye. Ev bernavka şahtî li gor çi ye. Hûn li ser vê meseleyê çi difikirin?
Li hemû dengbêjên mezin bi awayekî bernavk layiq tê dîtin, hin deman heman bernavk ji bo çend dengbêjan tê bikaranîn. Bi awayekî qethî tespîta “ev dengbêj şahê dengbêjan e” bi rastî zehmet e.
Di nav dengbêjên Kurd de dengbêjê herî bi navûdeng Şakiro ye. Lîteratura edebî ya Şakiro gelek fireh e. Reso jî di dema xwe bûye kesekî efsaneyî û hemû dengbêjan wî wek “Mamoste, Pîr an jî Hoste” qebûl kiriye. Şakiro û Huseyno jî Reso wek hosteyê xwe dîtine. Huseyno jî xwedî dengekî xurt û zelal e. Dengê xwe baş bi kar tîne. Dengê wî ewqas bi hêz e ku ew bi xwe dibêje ez nikarim dengê xwe zeft bikim.
Di navbera hersê dengbêjan de qayîşkişandin û polemîk pêk hatiye?
Bi awayekî neyînî di navbera wan de polemîkeke pêk nehatiye. Heta Reso bi tu dengbêjan re neketiye nav polemîkê. Lê her dem di navbera dengbêjan de qayîşkêşandin hebûye. Ev qayîşkêşandin bi awayekî erênî pêk hatiye. Ji hêlekê ve bûye sedem ku di dengbêjiyê de pêşketin çêbibin.
Di kilamên her sê dengbêjan de herêm çawa cihê bûne?
Kilamên dengbêjan bingeha xwe ji bûyerên rastîn digrin ku ev jî li hin herêman pêk tên. Hin kilam jê hêla hersê dengbêjan ve jî hatiye gotin. Çîrok û bûyerên lehengî, şerên dîrokî, pevçûn û hin evîn bi herêma xwe re bûne yek. Edebiyata dengbêjiyê de edebiyateke platonîk e. Edebiyateke xwe dispêre sosyolîjî, herêm û kesên rastîn. Ji ber vê yekê herêm ango erdnîgarî di kilaman de hêmaneke sereke ye. Em tevahiya erdnîgariya Kurdistanê di kilamên dengbêjiyê de dibînin. Hew em tenê bi kilamên dengbêjiyê dikarin nexşeya Kurdistanê ya fîzîkî, demografîk û çandî xêz bikin. Hemû herêm bi gelî, çem, çiya, nebat û kulîlkên xwe, çîrok, kesyetên dîrokî, lehengên neteweyî, eşîr, urf û edet, bi trajedî, zarava û devokê xwe re tê behskirin. Gohdarvanekî baş ê dengbêjan bi hûrgiliyên ser Kurdan û Kurdistanê baş diza ne. Têgeha herêm di metnên dengbêjiyê de ne tenê têgeheke erdnîgariyê ye her wiha çandî û antropolojiyî ye.
Her sê dengbêj kilamên ku gotine bi xwe afirandine?
Hersê jî xwediyê kilamên xwe bixwe hene. Her sê jî şair-dengbêj in. Ne tevahiya kilama beşek mezin jê wan bi xwe awaz danîne.
Kîjan dengbêj zêdetir li ser hez û evîniyê, kîjan dengbêj jî zêdetir şerên navxweyî û li ser Kurd û Kurdistanê kilam saz kirine û gotine?
Him di derbarê evînê de him jî li ser Kurd û Kurdistanê de Reso, Huseyno û Şakiro jî li pêş in. Lê ku em bidin ber hev di kilamên Şakiro û Huseyno de evîn zêdetir li pêş e.
Lê di kilamên kî de peyamên ji bo Kurdan zêdetir e?
Hersê jî di kilamên serhildanê de peyaman dane Kurdan. Ser meseleyê Şakiro sedema trajediyên pêk hatî bi nebûna yekitiya kurdan ve girê dide. Di kilama Weylo de Reso behsa secereya lehengên Kurdan dike û her yek ji wan bi navê Rustemê Zal nav dike. Huseyno di kilameke xwe de henekê xwe bi Kurdekî bi kurdan re xayîn ketiye dike û wî dixe binê erdê. Dengbêjan li ser wêrekî, lehengî, berxwedan û trajediyê lîteratureke ava kirine. Sedema trajediya wek nebûna yekîtiyê tê dîtin. Ji ber nebûna yekîtiyê di nav gazin û lomeyan de ne. Bang li rûsipî û serokên kurdan tê kirin ku yekîtiya xwe saz bikin.
Belkî jî peyama herî pir balê dikişîne ev e: di kilamên serhildanê de dema lehengê kilamê dikeve tengasiyê di teheyûla dengbêj de hewara xwe digihîne şervan/lehengên din ên Kurdan. Ev têkilîpêkirina derveyî bûyerê xwestek û arezûya civakê dide der. Ji ber vê yekê jî dengbêj hêviya sazbûna yekitiyê di nava Kurdan de, bo trajediyên bi vê rengê cardin pêk neyên wek çareyeke tên pêşkeşkirin. Ev jî têra xwe peyameke neteweyî ye.
Jiyana hersêyan çawa bûye, li ku der jiyane?
Şakiro hetanî 18-19 saliya xwe li gundê Cemalverdî ya girêdayî Dutaxa Agiriyê ye jiyaye. Paşê derbasê Qereyaziyê bûye. Paşê kpçî Edeneyê kiriye, şeş salan li wir maye û derbasê Mûşê bûye. Li Mûşê du salan maye û dîsa derbasê Qereyaziyê bûye û demeke dirêj li wir maye. Paşê koç3i bajarê Tirkiyê wek Enqereyê û îzmîrê kiriye. Di 1996an de li îzmîrê miriye.
Reso bi piranî li herêma Serhedê jiyaye. Zarokatiya wî li Îdirê derbas bûye. Di 12-13 saliya xwe de derbasê Erzirom û Mûşê bûye û emrê wî li van bajaran derbas bûye.Tenê di navbera 1976-1980an de li Gölmarmaraya Manisayê maye.
Huseyno jî hê di çar saliya xwe de ji Sasonê tê Mûşê. Heta dawiya emrê xwe li gundê Orginosê ya girêdayî Mûşê ye maye. Ji hêla maddî de jiyana Huseyno baş derbas bûye. Li gundê xwe xwedan erd bûye.
Ji bo Şakiro tê gotin ku dibêje “W’ez ji Kurdan xeyîdîme, li dengbêjên xwe xwedî dernakevin” gelo rast e?
Jiyana Şşakiro û Reso di nava tengasiya maddî de derbas bûye. Di nava ewqas tengasiyê de dengbêjiyê bi awayeke profesyonel domandine. Şakiro him ji bo tengasiyên xwe yên maddî him jî ji bo tengasiyên Reso gelek xemgîn dibe. Ew gotina tu dibêjî ji hêla maddî ya dengbêjan de rast e. Ji hêla din ve di sedsala 20an de statuya Kurdan ji destê wan hat girtin, hebûna wan hat înkarkirin, çanda wan hat talankirin, bi komkujiyan re rû bi rû man, serok û minewerên wan hatin daliqandin an jî sirgûnkirin. Hê zedetir trajediyan jiya gelê Kurd. Xwedîderketina Kurdan ya li hunemendê xwe divê ne bi gelê xwedî statu divê bi gelê bê statu re were muqayesekirin. Ku ew ji vir binêrin em dikarin bibbînin ku kurd li dengbêjên xwe xwedî derketine û girîngiyê dane wan. Ji hêla polîtîk ve ger gelek ne xwedî statu û dewlet be bivê nevê nikare bi qasê keda wan xwedî li hunermend, lehengê xwe yê neteweyî û li mirovê xwe derkeve. Belkî jî gazina Şakiro li qedera kurdan ya di sedsala 20an de ye.
We çawa biryara seriya Anolojiya Dengbêjan ya ji Nûbiharê derket girt?
Em herdû ji zanîngehê vir ve heval û destbirak in. Dema me xwe digihand hev me li ser dengbêjiyê sohbetan dikir. Li ser vê meseleyê me firq kir ku em herdû jî dixwazin li ser heman tiştê bixebitin. Pişt re me biryar girt ku bi hev re bixebitin û çerçoveya xebata xwe diyar kir.
Hûn çawa xwe digihînin jêderên li ser dengbêjiyê?
Em çend heb rêbazan pêk tînin. Em xwe digihînin ew kesên dengbêjan dizanin, gohdar dikin û bi wan re di têliyê de ne, hin jêderên xwe ji wan distînin. Xêncê wî em xwe digihînin hin kesên xwedî arşîv. Em bi xwe jî gund bi gund, bajar bi bajar digerin, diçin jêderan dibînin. İn kes jî me dibînin û jêderên di destê wan de yên li ser dengbêjiyê didin me.
Heta niha xebatên we yên li ser Reso, Şakiro û Huseyno ji Nûbiharê derket. Di rêzê de jiyan û kilamên kîjan dengbêjê heye?
Niha di rêzê de Dengbêj Mahmûdê Hesî, Zahiro, Fadilê Kufragî, Miradê Kinê, Abdulhadî heye û wiha berdewam dike. Ger kilamMên wan têr bike her dengbêjek di cildek d were weşandin lê ger têr neke 1-2 an jî 3 dengbêj di nava cildeke de were berhevkirin. Em di xebatên xwe de ji kilaman zêdetir dengbêjan esas digrin.
Ji hersê dengbêjan kîjan zêdetir kilam çêkiriye?
Di antolojiyê de ê Reso 120, yê Şakiro devûdorê 270, yê Huseyno jî 170 kilam heye. Lê ne diyar e ku van kilamên dengbêjan bi deng kirine ji wan çend heban wan bi xwe afirandine. Ev nediyarî zêdetir bi neqeydkirin û nebûna metna kilaman ve girêdayî ye. Kilameke ji hêla dengbêjeke ve tê gotin paşê belkî bi sedan dengbêj bi deng dikin. Lê ku ji ser de demeke dirêj derbas bû – mesela sed sal- ji ber metna nivîskî tune ye afirînerê berhemê dibe ku tam diyar nebe. Tam li vir ew riwayetên ew kilam ya dengbêjên cihê ye derdikeve. Hin kalam jî xwediyê wan net e. Ji hersê dengbêjan çawa çawa hin kilam net in ku afirînerê wan ew in her wiha hin ji wan hê jî net nînin. Lê divê meriv vê jî bi bîr bixe: dema êdî kilam bi teyîp û aletên din dihatin qeydkirin Reso extiyar bibû. Di ciwaniya wî de, dema wî ya navdariyê de derfetê qeydê tunebû. Qeyda dengan ya Reso cara pêşî di 1957an de hatiye kirin, ya duduyan jî di 1960an de bûye lê piraniya qeydan di 1970î de ye. Ango salên extiyariyê yên Reso. Li gor çavkaniyê di destê me de Reso 2 hezar kima dizane. Çi mixabin ji vana 120 heb hatî qeydkirin. Ji ber hindê Reso wek gencineyeke wenda ye. Şakiro û Huseyno di meseleya qeydkirinê de bi avantajtir in. Kilamên ji xizîneya dengbêjiyê giritine an jî yên bi xwe afirandine hatine qeydkirin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 3,691 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | krd.riataza.com
Faylên peywendîdar: 1
Gotarên Girêdayî: 25
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 31-01-2022 (3 Sal)
Kategorîya Naverokê: Çand
Kategorîya Naverokê: Hûnermendî
Welat- Herêm: Ermenistan
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Burhan Sönmez ) li: 16-03-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( ئاراس ئیلنجاغی ) ve li ser 16-03-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Burhan Sönmez ) ve li ser 12-06-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 3,691 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.247 KB 12-06-2022 Burhan SönmezB.S.
Dosya wêneyê 1.0.1569 KB 16-03-2022 Burhan SönmezB.S.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.422 çirke!