Paşa Amedî
Nivîskar, di 1970ê de li gundê Qerto (girêdayê navçeya Çêrmûga Diyarbekirê ) hate dinyayê. Di nifûsê de paşnavê wî “Kaymaz” e lê ji ber ku ji Diyarbekirê pir hez dikir bernavkê xwe kiriye “Amedî ” û niha di pirtûk û nivîsên xwe de “Amedî” bi kar dîne.
Perwerdeya seratayê li gund: dibîstana navîn pola yekemin li dibistana Leylê (YİBO/ Çêrmûg) dest pê kir, pola duyem û sêyem li dibîstana Ataturkê ya navçeya Baxlarê(Diyarbekirê) xwend. Li lîseya Tendurûstiyê ya Diyarbekirê du sal xwend, piştî ku mektep hate girtin naqlê liseya Qoleja Tendûristiya Torbaliyê (Îzmîr) bû.
Hezkirin û eleqedariya wêje, lêkolîn û nivîsandinê di vê heyamê de dest pê dike û berhemên wî di rojnameya Diwarê ya dibistanê de derket. Di pola çaremîn de ji ber ku bizava li dijî Laîsîzmê û dabeşkirinê de cih girtiye di derbarê wî de bîryara “ji mektebê avêtinê” tê dayîn, lê bi alîkariya heval û dostên wî ji vê bîryarê vedigerînin û 15 roj ji mektebê dûr dixin. Piştî ku mekteb diqedîne (1992) li bajarê Îdirê dest bi karmendiyê dike.
Li bajarê Îdirê di damezrîna şaxa Weqfa Zehrayê de cih digre û dibe serokê weqfê. Di 28 Sibatê(1997) de her tim dihat şopandin û di bin çavdêriyê de bû, û di derbarê wî de lêpirsînên cuda vebûn.
Paşa Amedî, bi dîldariyê endamê Komeleya Nûbiharê ye û li komeleyê xebatên çandiniyê dike. Ji ber ku dewlemendiya zimanê Kurdî pêşbikeve nivîsên xwe tim bi zimanê zikmakî Kurdî/Kurmancî di nivîsîne.
Paşa Amedî, nivîsandina xwe 1999an de ewil bi nîşeyên rojnivîskê de destpê kiriye, nivîsandina bi rêkûpêk di 2007an de bûye. Di malperên nubiharder û gazetekurdê de edîtorî û nivîskarî kiriye. Niha li ser çîrok û romanê Kurdî dişxule û di kovara Nûbiharê û candname.comê de nivîsan çandî dinivîsîne.[1]