Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,260
Wêne
  123,703
Pirtûk PDF
  22,064
Faylên peywendîdar
  125,350
Video
  2,191
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Newroz
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hûnê bi rêya Kurdîpêdiya bizanin; kî!, li ku û çi heye!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn1
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Newroz
Newroz
#Newroz#
Newroz yan jî Cejna Newrozê, cejneke biharê ye ku ji aliyê #kurd#, gelê Îranî û gelek gelên din ve her sal di roja 21ê adarê de tê pîrozkirin. Cejna Newrozê ji aliyê kurdan ve her sal li gorî bernameyên partî û saziyan, di navbera 10 û 21ê adarê tê pîrozkirin û pîrozbahiyên Newrozê roja 21ê adarê bidawî dibe. Di dîroka kurdan de Newroz weke çîroka vejînê cîh digire. Li gorî mîtolojiya Kawayê Hesinkar, Kawa li dijî serdarê zordest Dehaq serî hil dide û vî serhildanê bi agir dadanê peyama serhildanê ji gelên derdorê re dişîne. Ji wê rojê ve agir dibe nîşaneya sereke ya Cejna Newrozê.

Êtîmolojî
Nava Roaca li gor zimanê qedîm yê avestayî Newroz e. Lê di pirtûka Avestayê de ev tabîr “Nava Roaca” derbas nabe. Lê li gor zimannasan ku guherîbe, ew jî wiha çêbûye: Nava->new: nû û Roaca->roz: roj
Di zaravayê kirdkî de bi vî awayî Nava wek Newe û Roaaca jî wek Ruec hatiye guherîn. Di zaravayê kurmancî û soranî de bi vî awayî Nava wek Nû û Roaca jî wek Roc hatiye guherîn. Lewra di zimanê hînd-ewropî de dengên z-c-j bi hev diguherin. Bi maneya xwe jî ev peyv wiha tê watedarkirin: Roja nû. Hin gel vî wek “sala nû” watedar dikin lê dibe ku tenê ev li gor nirxandina teqwîmî be. Ev peyv pêşî bi du peyvan “Nava Roaca” pêk hatiye lê piştre di demeke dirêj de li gor tebîeta zimên û civakê guheriye bûye peyvek; pêşî di pehlewî de Noroz, piştre di kurdî de bûye Newroz.
Dema îroyîn de Newroz bi taybetî di nav gelên rojhilata navîn de tê pîroz kirin. Ev jî gelek normal e. Lewra çanda gelekî, dema ku rengekê gerdûnî girt, êdî gelên ku wê çandê nêzî xwe dibînin, dipejirînin û li gor zimanê xwe û bîr û baweriyên xwe nav lê dikin û pîroz dikin. Bo mînak Newroz çanda gelê Kurd ên ku ji Medan bigire heya roja îroyîn dewam kiriye û vê cejna xwe ya netewî ji bo gelên din jî pêşkêş kirine.

Taybeta Roja Nû
Xêncî wateya roja nû, wateyên din li Newrozê bên barkirin, bawer im piçek ji çand, reng û ruhê wî tê qetandin. Lewra ev wateya han bixwe gelek fireh e. Bi taybetî jî ev şerê başî û nebaşiyê ye. Roja nû baş e û dê her dem roja nebaş bitemirîne. Çimkî roja 21ê Adarê li gor baweriya Newrozê Ehrîmen (nebaşî) li hember Ahûra Mazdayê (başî) têk diçe. Ev tenê di çanda newrozê de sembol in. Çimkî ev dualîte her dem heye, ji ber wî dê newrozê her dem bi vê wateya xwe bidome. Lê dema ku ev mane jê hate sitandin, tu taybetî jê re namîne. Ger ku îsnadê guherîna salê bikin, ew çax dema ku nêrîna teqwîm û demê di civakê de guherî, newroz jî dê biguhere.
Roja nû ji bo Medan (Kurdan): Roja zayînê, roja destpêkeke nû, Roja Xweda(Homa), dîlgirtina şeytên(ehrîmen), girtina heyameke kesîf, destpêk, berxwedan, têkoşîn û roja Azadiyê ye. Piştî van nirxan meriv dikare bibêje destpêka sala nû ye jî.
Çîroka Newrozê li gor gelê kurd
Di demeke kevn de, li welatê bapîrên kurdan, keyek hebû, navê wî Dehak bû. Dehak, keyekî pir zalim bû. Wî welatê kurdan wêran kir. Di gund û bajaran de mirov nehiştin. Zîndanên wî, ji girtiyan tim dagirtî bûn û celadên wî ji serîbirrînê nediwestiyan. Dehak bi awayekî ji xwe bawer, tim rûdinişt, zêr û zîv û kevirên buhadar, morîk û mircanên xizna xwe dijmartin, bi hespên xwe yên rewan û esîl serbilind bû û tu kes ji xwe mezintir û di ser xwe re nedidît.
Ji kuştin û wêrankirinê têr nedibû, dixwest deverên hîn firehtir werbigire û talan bike. şevekê, Dehak xewneke xirab dît. Nîvê şevê, ji ber êşeke dijwar ji xewê şiyar bû. Gazî zana û bijîşkên li qesrê kir û ji wan re got:
– Ji ber vê êşa dijwar xew nakeve çavên min. Zû ji min re dermanekî peyda bikin; yan na ez ê serê we tevan jê bikim!
Hekim û bijîşkên qesrê, li laşê Dehak nêrîn ew pelandin. Çavên wan li du birînên ku li ser her du milên wî bûn ketin. Tev bi hev re mat man. Gotinek ji devên yekî derneket. Ji ber, heta wê gavê tu kulên bi wî rengî nedîtibûn û ne jî êşek bi wî awayî bihîstibûn. Lê Dehak ji ber êşa xwe her bi ser wan de dikir qêrîn:
– Hûn çi bêçare li ser min rawestiyane! Zû dermanekî bidin min. Ez peritîm, şewitîm! Hûn tebîb û bijîjkên herî baş û şahreza ne. Ma hûn derman peyda nekin dê kî peyda bike? Hekîmekî ji wan, dest da ber xwe û got:
– Heta niha birîneke weha min ne dîtiye û ne jî bihîstiye. Lê wa diyare ku mêjiyê teze dikare bibe melhema van birînan.
Belkî hekîm dixwest xwe ji berpirsiyariyê xelas bike. Lê belê ev pêşniyar ji Dehak re bû sebeb ku ji “mêjiyên teze”, mejiyê zarokan bide ser birîna xwe. Wî emir da ku her roj mejiyên du zarokan bînin, bikin qurbana birînên ser milên wî ku bibûn wek du marên qelişî û dev vekiri. Bi vî awayî, rojê bi mêjiyên du zarokên nûhatî, kulên ser milên Dehak dihatin dermankirin. Lê carna zarok ji vê belayê dihatin xelas-kirin. Zarokên ku dihatin xelaskirin li şênaya nedihiştin, rêdikirin çiyan, di şikeftan de vedişartin. Her ku diçû çiya bi mirovên reviyayî tijî dibû. Jiyan di şikeftan de berdewam bû. Ava kanî, dar û ber û fêkiyên çiyan têra jiyana wan dikir.
Demeke dirêj derbas bû. Lê kulên ser milên Dehak bi hev ve nekeliyan. Her ku diçû xerabtir dibûn. Agir ji devê Dehak dibariya. Tirs ketibû dilê her kesî. Dayik û bav, ji tirsa ku kengê dê dor were zarokên wan xew nediket çavên wan. Tu hêzeke ku tiştekî ji Dehak re bibêje tunebû. Ji tirsa zarokên xwe gelek malbatan berê xwe dabûn çiyayên asê. Lê gel nema êdî di şikeftan hildihat.

Peykerê Kaweyê Hesinker li bajarê Îsfehanê (Îran)
Kawa, kurdekî hesinvan bû. Zarokên wî jî ji kulên Dehak re bûbûn qurban. Edî kêr gihabû hestî. Kawa ji tirsa qurbankirina zarokê xwe yê dawî, heval û hogirên xwe yên pêbawer kom kirin û ji wan re behsa zulm û zordariya Dehak kir. Plana kuştina Dehak ji wan re eşkere kir. Her kesî fikir û planên Kawa pejirandin û li benda îşareta wî man. Kawa gotibû gava ku ez Dehak bikujim, ez ê herim ser banê qesra wî agir vêxim. Ku we agir dît, bizanin ku min Dehak kuştiye. Kawa, ji heval û hogirên xwe re dest bi çêkirina çekan kir û bi dizî li wan belav kirin. Ji xwe re çakûçekî ku mirov pê hesin dikute, çêkir. Gava leşkerên Dehak hatin ku lawê Kawa yê dawî jî bibin, Kawa ji leşkeran re got:
– Hûn herin, ez ê niha, bi destê lawê xwe bigirim û bînim. Ez dixwazim ji bo saxiya padîşahê xwe lawê xwe bi destê xwe bikim qurban û li ber lingên padîşahê xwe deynim. Gava leşkeran ev xeber gihandin Dehak, kêfa wî hat, şa bû û çavên wî ma li riya Kawa. Kawa, çakûçê xwe kir destê xwe, lawê xwe girt û berê xwe da qesrê. Gava gihaşt ber derî, leşkeran dergeh jê re vekir. Kawa, raste rast berê xwe da şahnişînê ku text lê vegirtî û Dehak li ser rûniştî bû.
Dehak ji Kawa re got:
– Tu qehremanekî bê hempa yî, tu nîşana fedakariyê yî. Bijî! Kawa, piştî gotinên Dehak, bêtir nêzîkî wî bû. Bi çengê lawê xwe girt û bir li ber piyên wî dirêj kir. Kawa çakûçê xwe bilind kir. Lê li şûna ku li serê lawê xwe bide, bi hemû hêz û hêla xwe daweşand serê Dehak. Taca serê wî gindirî. Piraniya leşker û xizmetkarên wî gava dîtin ku Dehak bi rastî mir, kêfa wan hat û yên mayî, ji desthilanînê ketin, teslîm bûn. Kawa bi destê lawê xwe girt û hilkişiya ser banê qesrê û agirekî gurr li wir dada. Dema heval û hogirên Kawa çav li êgir ketin, wan jî dest pê kir û êrîş anîn ser qesrê, leşker û hevalbendên Dehak yên mayî dîl girtin, yên teslîm nebûn jî kuştin. Gava gelê li çiyê jî agirê azadiyê dîtin, fêm kirin ku plana Kawa bi ser ketiye. Dehak hate kuştin û dawiya zordariyê hat. Wan jî li ser çiyan agirê azadiyê pêxist.
Belê wê êvarê ne tenê li çiyan, li her aliyê welêt agir hate dadan. Gel ji deverên asê daket û bi meşaleyan berê xwe da gund û bajarên xwe. Li her aliyên welêt jiyaneke nuh û azad dest pê kir. Roja din, her kesî xemla xwe girêda û li meydanan govend gerandin. Û bi xwarinên xweş li seyrangehan civiyan, kêf û şahî kirin. Ew roj, roja 21ê adarê bû.
Ji wê rojê û bi vir de ye, bi taybetî di nav kurdan de ku her sal roja 21ê adarê wek Newroz, ango wek cejna yekitî, berxwedan û azadiyê tê pîrozkirin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 5,752 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | Wikipedia
Faylên peywendîdar: 3
Gotarên Girêdayî: 18
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Kategorîya Naverokê: Çand
Welat- Herêm: Kurdistan
Welat- Herêm: Derwe
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Sara Kamela ) li: 20-03-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Hawrê Baxewan ) ve li ser 26-03-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 11-08-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 5,752 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.578 çirke!