Rihan Xanima Loristanî - XWEŞÎN - Rêşad Sorgul
Rihan Xanim a Loristanî (Sedsala 5'an a Koçî)
Helbest ji Hewramanî bo Kurmancî: Îkram Balekanî
Rihan Xanima Loristanî
Ev jina helbestvan ku evîndara meynoşa evîna yezdanî bûye, hundirê wê bi ronahiya dahêneriya cîhanê ronî bûye û ji jenga serdem û rojgarê paqij bûye. Navê vê stêrka geş ku li asîmanê Loristanê serî hildaye. Rihan Xanima Loristanî ye. Li gorî pirtûka Serencamê di sedsala pêncem a koçî de li dorhêla Yafteko li Loristanê ji dayik bûye.
Li gorî pirtûka Serencamê, Rihan Xanim yek ji nêzîk û alîgirên Şa Xweşîn tê jimartin. Piraniya helbestên wê li ser pesend û pesn û methê Şa Xweşîn in. Ji Rihan Xanimê hinde beyt bi cih mane û di pirtûka (Dewrey Şa XweŞîn) de hatine nivîsîn ku gelekî nazik, dilnişîn û berz in. Wê di tembûrlêdanê de jî destekî berz û bala hebûye ku di dîwanxaneyan de helbestên xwe dixwendin û li tembûrê dida.
Ava Medan: Çemê Madiyan (Medî) ku di wê serdemê de jê re Matiyan (Metî) digotin, ketiye navbera Kodeşt û Melawa ya Xurem Avayê. Ev çem li ba bawermendên Yarsanî (Ehlê Heq) wekî rûbareke pîroz tê qebûlkirin. Wisa xuya ye ku ev nav jî Medan li wî rûbarî kiriye.
Xweşîn: Şa Xweşîn. Pêşengê baweriya Yarsanî... Wisa bawer dikin ku ew ji tîrêja Xweda ye.
Çavkanî: Mêjûy Wêjeyî Kurdî - Sidîq BorekeyîSefîzade
Ji Hewramî bo Kurmanciya Jorîn: Ikram Balekanî.[1]