Navê pirtûkê: Gotinên Pêşiyan
Navê nivîskar: Çiya Mazî
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: Elma
Sala çapê: 2005
[1]
Wateya ferhengî: gotinên pêşiyan, di erebî de; darb-i mesel, darab-i mesel, durûbu-emsal, mesel û beyan, derbas dibe. Di dema zimanê osmanî de; ibare, beyan û îstilah hatiye gotin. Di tirkî de; pêşî ta’bîr, dûre bûye atasozu. Di zimanên ewropî de; expresion, saying, idiom, parable, metaphor, paradox tê bi navkirin. Di kurdî de; bi awayê “peyv” û “gotinên pêşiyan” derbas dibe. Di kurdî de sedema “peyv” û “gotin” ji hevdû cihê dibe jî ji hevokê ye. Peyv tê wateya kelîmeyekê tenê, lê gotin tê wateya peyvên dibin hevok û bi wate. Li hin deverên kurdî “peyv” jî di wateya “gotin”ê de tê bikarînîn
Wateya wêjeyî: Gotinên pêşiyan; hevokên bi darazî, hukmî û bi pendî li nava gel ji bo vegotin û rexneya tiştekî û bûyerekê an ramanekê hatine zimên.
Gotinên pêşiyan; li ser her tiştî hatine gotin. Li ser ajalan, li ser xwezayê, li ser erdnîgariyê û li ser mirovan. Lê bi taybetî ev yekana bi awayê şibandinê hatine gotin. Şibandina mirovan bi ajalan, ya mirovan bi xwezayê, ya amûr û tiştan bi mirovan û bi hev re hatiye kirin. Ji ber wê yekê jî carinan gotinên herî ku mirov bibêje sivik in jî, dîsa wateyek wan î giring heye. Heke ji alî mirovinan hatibin zimên û bi salan bi berdewamî hatibin gotin, nexwe hatine ecibandin.
Gotinên pêşiyan, li gor demê jî têne gotin û mayinde dimînin. Mînak; dibêje “nalbend li siwarî dinêre û hespê wî nal dike”. Xuya ye ku di dema ev gotin hatiye gotin “nalbendî” pir bi rûmet bûye û nêrîna nalbend jî bûye mînakek ji jiyanê.
Bi baweriya min, gotinên pêşiyan îro jî dibe ku bêne afirandin. Ne tenê pêşiyan gotine, mirovên îro jî diafirînin û bicîh dibin. Mabesta nav ku “ yên pêşiyan” in, di demên berê de wek aniha ewqas ragihandin tunebûye û ewqas zanebûna perwerdeyî tunebûye, loma ji dev derbasî dev bûye. Aniha pir gotinên xweş têne gotin. Ji ber ku pir têne gotin û mirov bi piranî gotinbêjê wan nas dike, mirov nabêje ev gotineke pêşiyan e. Lê ku hinek dem di ser re derbas bibe û mirov gotinbêjê wê jibîr bike an gotinbêjê wê winda bibe, ji xwe ew jî dibe gotineke pêşiyan. Wê di vê dema ku em tê de ne jî pir gotin bêne afirandin. Lê belê bi demê re wê bêne hilbijartin, kîjan bêne ecibandin, ew dê mayinde bimînin.
Gotinên pêşiyan, bi taybetî ji bo edeba mirovan hatine gotin. Mirov dikare bibêje ku li cihê perwerdeyî kêm bûye an tune bûye û wek me got ragihandin kêm bûye, hatine gotin. Heta mirov dikare bibêje ku jêderka gotinên pêşiyan li her welatî, gund in. Ji ber ku li gundan xwendin kêm e û mirov hê pir bi peyvê ramanên xwe der dikin. Ji xwe di şibandin û remzên gotinan de jî ev diyar dibe. Mînak: “nîr, das, ga, dar, devî, cot, kadîn, şivan û ajal”. Li gundan mirovên zane her tim bûne afrinerên gotinan. Cihê perwerdehî lê tunebe û fêmkirina ji nivîsê kêm be, mirov bi awayekî asayî tiştan û bûyeran fêm nakin. Bi gelemperî jî mirovekî fîlozof nikare xwe bi hêsanî di nava civakek ji alî nivîse paşdemayî de bide fêmkirin. Mînakên li gor vê ramanê di dîrokê de pir henin. Wek afarozkirina fîlozofên berê ji bo ramanek wan an gotineke wan. Îjar dema ku mirovên zane xwestine, bûyerekê, ramanekê bi pirê kesan bidin fêmkirin û zû bê fêmkirin, hevokên ku bandorê li hişê mirovan dikin bikar anîne.