Navê pirtûkê: Li Ser Kurdan – Li Ermenistanê
Navê nivîskar: Wezîrê Eşo
Cihê çapkirina pirtûkê: Bruksel
Navê çapxaneyê: MED
Sala çapê: 2016
Çanda Kurd bi saya piştgiriya dewletê di salên 1930 û 1980-yî de li Sovyeta Ermenistanê geş bû. Di sala 1925-an de, li Ermenistanê yekemîn kongreya Kurdên Kafkasya Başûr hate li dar xistin. Di kongreyê de biryar hate girtin ku alfabeya Kurdî were organîzekirin. Koleja Pedagojî ya Kurdî di sala 1928-an de hate damezrandin. Tevî ku di 1920-an de dibistanên yekemîn ên bi zimanê Kurdî hatin damezrandin, pirraniya berbiçav a gel di 1920-an de nexwendewar ma. Di dema Sovyetê de, li Yêrêvanê yekemîn bernameyên bi Kurdî hatin weşandin. Li Yêrêvanê rojnameyek bi zimanê Kurdî bi navê Riya teze tê weşandin. Piştra, rojnameyek bi navê Botan hat weşandin. Sala 1969-an, li Akademiya Zanistî ya Neteweyî ya Ermenîstanê beşek ji bo lêkolîna çanda Kurdî hate damezrandin.
Di sala 1937-an de, wekî beşek ji paqijkirina tixûbên başûr, kurdên bêbawer ji Kafkasyayê, Ermenîstan jî tê de, hatin birin Asyaya Navîn.[1]