Fikra nivîskar
Dr. Ezîzê Gerdenzerî
Bi nerîna min, bi dîtina min, Êzîdîyatî dîn û hebandin, çand û felsefe, rê û risim ya wan eşîr û civakên Mesopotamîya qedîmin, ku di nav gêjgerînga, di nav aş û aşpêjxana (aşxana) mêjûyî de hel bûne, hasil bûne û wek netewa kurd derketine holê û wek netewa kurdewariyê tên naskirinê. Êzîdîyatî hem ol e, hem jî civake. Wek ol hed û seda wê heye, wek civak mîrîtiya wê heye.
Êzîdî ew kesin, yên ku dev ji rabûn û rûniştina heftê û heft govek bavên xwe bernedane, dînê kurdewarîyê yê qedîm parastine, xwedî li mîrîtîya xwe, axa xwe, zîyaretên xwe derketine.
Hatine kuştinê, lê nehatine rayê. Êzîdî ew kesin, yên ku bi kurmancî tim gazî Xwedê dikin, yên ku alfabeta (alfebeya) xwe di sedsala 12’an da afirandine û 40 pirtûk bi wê alfabetê nivîsîne. Lê dijmina 38 pirtûkên me
şewitandin û Mîrê Qelemê, Şêx Hesenê Şêx Bereket kuştin. Piştî wê yekê kitêb û defter li êzîdîyan hatin qedexekirinê. Ew qedexekirin di sala 1918’an da bi destûra Mala Mîrê Êzîdîyan hat pûç kirinê.[1]