Navê pirtûkê: Kulîlkên ezêb
Navê nivîskar: Kamîran Alî Bedirxan
Cihê çapkirina pirtûkê: istanbul
Navê çapxaneyê: avesta
Sala çapê: 1998
Ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê Hevîna te kûr e, hêviya dinê Brûskên çavên te; wek gewherên ecêb Çavên te ên zelal; kulîlkên ezêb Maça şêrîn; ko lêva te bi min da Ez birîndar kirim û bi min ve da Çira dişewite; zimanekî zêr Her pê ruhnî dibe, nimêjgah û dêr Bo tihniya dilî; lêva te kanî Ji xewna çavê re; te sorgul anî Dilê min mizgefta bêdengî ye; sar Havîna min bê sih, rêlên min bê dar Mehfûra mirinê min bi ken raçand Jînê ez xapandim, min kes ne xapand.[1]
Ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê
Hevîna te kûr e, hêviya dinê
Brûskên çavên te; wek gewherên ecêb
Çavên te ên zelal; kulîlkên ezêb
Maça şêrîn; ko lêva te bi min da
Ez birîndar kirim û bi min ve da
Çira dişewite; zimanekî zêr
Her pê ruhnî dibe, nimêjgah û dêr
Bo tihniya dilî; lêva te kanî
Ji xewna çavê re; te sorgul anî
Dilê min mizgefta bêdengî ye; sar
Havîna min bê sih, rêlên min bê dar
Mehfûra mirinê min bi ken raçand
Jînê ez xapandim, min kes ne xapand