Navê pirtûkê: Pêsîrên Danavî
Navê nivîskar: Cihan Roj
Cihê çapkirina pirtûkê: INTERNET
Navê çapxaneyê: Weşanên Taybet ên Kovara MEHNAME
Sala çapê: 1994
li bin siya darek ji temenê xwe kaltir
min dengê we li tayên şehkirî rêzdikir
hêsir li ser lêvên kevirî laçikek ji xwêdanê şilbûyî
dest lê dişidiyan
laçika guvaştî weke kevzeya li pêşên şikevtên Heskîf dibû
malzaroka ta yên şîn
dem di nav devê meqes de bi rêşî
dengê Dîjle di nav por de destê dayikek
Kemençe ya 'Mûrado' dibû bê ku ji evînan afirî
rehek di canê ter de bû derî û li jiyanê vebû
di dilê kevirde deng e
li derdora gor ên bi dergîstî pirsek avî ye.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=409271&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Pêsîrên Danavî=KTML_Link_External_End=