Umîd Demîrhan
(bi tirkî: Omitê Mistefê)
nivîskarekî kurd e. Li gundê Noreşîna Bazîdê hatiye dinyayê û hêj jî li wir dijî. Perwerdeya zimanê erebî li Misirê dîtiye û huqûq jî li Sûdanê xwendiye. Di Medreseya Kesk a Bazîdê de gerînendetî û seydatî kiriye.
Ji dibistana kurdî a Stembolê bawernameya mamostetiya zimanê kurdî wergirtiye. Erebî, farsî û îngilîzî dizane û karê wergeriyê dike.
$Berhem$
Pirtûk:
.Ferhenga Destî -kurdî bi kurdî- çapa yekem, weşanên Nûbiharê, Stembol, 2006.
.Ferhenga Destî -kurdî bi kurdî- çapa duyem a berfireh, weşanên SEWADê, Bazîd, 2007.
.Çîrokek Jî Xuristanê
.Umîd Demîrhan – Dîwan
Werger:
.Dicle Operasyonu (bi tirkî), ji Rizgar Muhemed, weşanên Dozê, Stembol, 2007.
.Melayê Cizîrî (bi tirkî), ji Xalid Muhemed, weşanên Hîvdayê, Stembol, 2008. [1]