Wêneyên şervaneki Kurdî li Qefqasya, 1860.
wênekêş: William Carrick.
[1]
Di destpêka Şerê hemcihanê yê pêşin da rola Kurdistanê di karê dijberîya leşkerî-stratêgî ya dewletên mezin da bi carekê va bilind bû. Di dema şêr da alîyên dijberî hev, hewil dan piştgirîya eşîretên kurdan bistînin, wana bînine alîyê xwe, lê ew yek bû sebeb, ku gelê kurd bêy daxweza dilê xwe bû ziyankêşê berjewandîyên dewletên mezin, lê tevgera kurdan ya miletîyê bo otonomîyayê û serxwebûnê hate têkbirin, ji hev ket û kete ser plana duduyan.
Eger em behsa peyva ”Kurdistan” bikin, di komên dîplomasî yên wê demê bikaranîna wê xwedî taybetmendîyê bû. Pir caran di bin gotina Kurdistan da axa başûr-rohilata Anadolîyê heta başûr û başûr-rohilata bajarê Dîyarbekirê tê fêmkirin. Herêmên din, ku kurd lê dijîn, kiribûne nava femdarîyên erdnîgarî yên din: Ermenîstan, Mûsil (wilayeta Mûsilê), Mesopotamîya, Ûrmîye, Azirbêcana Farizistanê, herwiha Kêrmanşah jî, ku herêmeke Farizistanê ye, piranîya niştecîyên wê kurd in. Lema jî dijwar e di hêla sîyasî da bidine zelalkirin ka Kurdistana ku daxweza serxwebûnê dike bi xwe li kîderê ye.