Jîn, kovara kurdî-tirkî & kürdçe-türkçe dergi (1918-1919)
Haydarîyên giştî di heqê kovara Jîn da
Zana û xwendayên kurd di despêka sedsala XX. da
Di despêka sedsala XX. da serbajarê dewleta Osman Stanbol, ji alîyê sîyasetê û çandeyê ve merkezeka pirr giring bû. Gelek xwenda û zana û xwendekarên Kurd jî, wek en gelên dî yên bindestê Osmanîyan li wî bajarî civîyabûn. Ew zana û xwenda û xwendekarên Kurd dixebitîn ku tovê bîr-bawerîya welatevîniyê, tovê fikra Kurdîtîyê di nava gelê Kurd da biçînin û paşê ji riya tevgereka neteweyî vekin, tevgereka neteweyî saz bikin. Her weha wan dixwest ku pêşewayîya wê tevgera neteweyî bikin û bi wê tevgerê Kurdistanê ji binê nîrê dewleta Osmanî rizgar bikin. Jibo gîhana we amance jî, dixebitîn ku ji hemî keys û fersendan mefadar bibin.
Sala 1900'î komela Kurdan a pêşîn li Stanbolê hatîye sazkirin. Navê wê komelê Komela Vîna Zexm a Kurdistanê (Kürdistan Azm-i Kavî Cemiyeti) bûye. Sazkerê komelê Fikrî Efendîyê Amedî (Dîyarbekrî) bûye. Em ji endamên wê, tenê navê Kurdîzade Ehmed Ramiz Licî dizanin.(1) Belam ew komele, di binê rejima Sultan Hemîd da umirdirêj nebûye. Careka dî keys û fersend, piştê sazkirina meşrûtîyetê di dewleta Osmanî da ketîye destê zana û xwenda û xwendekarên Kurd. Meşrûtîyet, yan jî bi peyveka dî rejima meşrûtî, bi pêşewayîya Komela Yekîtî û Pêşketina Osmanî (Osmanlι, ittihad ve Terakki Cemiyeti) di sala 1908'an da hatîye sazkirin. Di despêka rejimê da, azadîyeka hema-hema bêsînor hatibû nava dewleta Osmanî. Jixwe prensip û sloganên rejima nû azadî, biratî, wekhevî (hürriyet, uhuvvet, müsavat) bûn. Ev hersê peyvik bûbûn slogan û li her derê împaratorîyê belav bûbûn, wek benîşt ketibûn devê her kesî.[1]