Navê pirtûkê: Kitêba zimanê kurmancî 1937
Navê nivîskar: 1.Casimê Celîl, 2. Emînê Evdal
Cihê çapkirina pirtûkê: Erevan
Navê çapxaneyê: Neșîreta Hukumata Ermanîstanê
Sala çapê: 1937
[1]
Me kitêbê xwe ewlin xwendiye, kuta kiriye. Em ji iro va derbazî dersxana duda dibin. Ji bo ve yeke jî em eydê dikin.
Me mekteb xemlandye. Li diwara xistye şikblê serkara, hev. hev Lenîn, Stalîn, Molotov, Voroşilov, Kalînîn, Mîkoyan.
Xen ji wana me gelek plakat û şiklê hebûna hukumatê li diwara xistye.
Me der û hundurê mektebê rind temîz kir, gava ku gundî ji ber mekteba mera derbaz dibûn, hewas-hijmekar bûn lê binhêryana. Pey mêze kirinê, te didît, digotin:—Eferim zarê mera, temizin, merîfet ji wan ra û lê didan diçûn.
Rojtira dinê eyda me dest pê bû. Me şagirtê gurca û gundiyêd me teklîvî eydê kirbû.
Wextê dest pê bûna eydê, gişk şa û eşq bûn. Te digot, hemû min anî me derbazî dersxana duda dibin.
Lezekî şunda, Şera hevala me rabû, ji navê me xeber da. Ewê got: —Em derbazî dersxana duda dibin. Bona.