Vê carê jî bi riya bernama danasîn em ê berê xwe bidin dîrokê û ji nava dîrokê kesayetekî kurd ku bi pêşengtî û fermandariya xwe ve navdar e. Gotineke wî gelek navdar heye ku em bawerin her kes nas dike ku berî bi darvekirina xwe ji rayedarên Tirk re dibêje.
Min nekarî bi hîle û derewan re werim serederiyê bikim, bila ev ji bo min bibe derd, lê min jî serê xwe li ber we netewand, bila ev jî ji bo we bibe derd.
Ev gotina bi bandor bi wate ya Seyîd Riza ye.
Seyîd Riza di sala 1862'an de, li bakurê Kurdistanê bajarê Dersimê ji dayik bû. Seyîd Riza kurê Seyîd Ibrahîm e. wî ji aliyê zanyarekî bi navê Mehmet Elî Efendî ve ders ditdît û mezin bû. Mehmet Elî, ji aliyekî ve agahiyên olî, ji aliyê din ve jî di warê neteweyetiyê de perwerde dida Seyîd Riza. Piştî mirina bavê xwe, wî Seyîdî dewir girt û di bajarokê Agdadê de bi cîh bû. Di rojên serhildana Qoçgiriyê de komek çekdar çûn Dêrsîmê û telegirafeke ku pişgtgiriyê dide serhildêran, nivîsandin.
Seyîd Riza, piştî serhildana Şêx Seîd alîkarî da muhaciran. Berî serhildana Dêrsîmê Seyîd Riza, li hemberî îhtîmala operasyonê bi serokên eşîran re hevdîtin pêkanî da ku di nava xwe de yekîtiyê çêbikin. Di demeke ku li Dêrsîmê serhildanê berdewam dikir, di 5'e Îlona 1937'an de rayedarên hukumetê ji bo hevditinan li Erzînganê bang li Seyîd Riza dikin. Seyîd Riza, di rêya Erzînganê de hate girtin û ew birin Elezîzê û bi îdamê hate mehkûmkirin. Serokê serhildana Dersimê, Seyîd Riza, di 15'ê Mijdara sala 1937'an de, bi tevî 7 hevalên xwe ji aliyê rejîma Tirkiyê ve hatin bi darvekirin. Daxwaza Seyîd Rîza ya dawî ew bû ku wî berî kurê wî bi darve bikin, lê dewletê ev tişt nanî serê û kurê wî berî wî bi darve kir. Êşa kuştina kurê wî pê dane jiyankirin.
Piştî darvekirina Seyîd Riza ji eşirên Dersimê heta sala 1938'an serhildan berdewam kirin. Dewleta Tirk di dema serhildanê de nêzîkê 40 hezar Kurd kuştin û her wiha dihate gotin ji ber về komkujiyê ava Munzurê demek dirêj sor herikî.
Seyîd Riza nameyekê ji Neteweyên Yekbûyî re dişîne û diyar dike ku di komkujiya Dêrsimê de dewleta Tirk li dijî wan 'Gaza mirovan dixeniqîne' bikar aniye.
Seyîd Riza di wê nameyê de xwe. wekî 'Serfermandarê Dêrsimê dide naskirin. Di nava belgeyên ku komîsyona jêr a Dêrsimê bi dest xistine de, nameya Seyîd Riza ji bo hikûmeta Brîtanya nivisandî û nameya şikayetê ya ji (Neteweyên Yekbuyî) re şandî jî cih digre.
Di nameya xwe de Seyîd Riza weha dibêje:
Li dijî me firokeyên bombebaranê, bombeyên agir û gaza mirovan dixeniqîne hatin bikaranîn. Balefirên şer ên Tirkiyê, gundan bombebaran dikin, êgir berdidin, zarok û jinên bê parastin dikujin. Bi vî awayî hikûmeta Tirkiyê dixwaze tolhildana binketina xwe tevayî Kurdistanê bi îşkencekirinê hilîne. Girtigeh ji Kurdan tejî bûne. Ronakbîr tên gulebarkirin û darvekirin. 3 milyon kurdên li ser xaka xwe, dixwazin di nava aştî û azadiyê de bijîn, dixwazin nijad, ziman, paşeroj, çand û şaristaniya xwe biparêzin.
[1]Seyîd Rîza li hember zilm û zordariya dewletê serî radike û bi serokatiya serhildana Dêrsimê heta dawiya imrê serî li hember zilm û zordariya Dewletê danayîne.