Navê pirtûkê: Efrandnê nvîskarê kurmanca sovêtîê ya IV-a
Navê nivîskar: Casimê Celîl
Cihê çapkirina pirtûkê: Erevan
Navê çapxaneyê: Hukumeta Ermenîstanê
Sala çapê: 1948
[1]
Herge serhatya min dipirsî, ew gelekî dirêje, gereke bînim bîra xwe berxvanî û şivanya xwe û gele-gele tiştêd dinê. Yekê jî : Minra dest nade, wekî ez bi xwe bêjim, lê tu were ezê dereqa hevalekî xwe tera gilî bikim paşê aqilê te çawa dibire, usa jî bike », - bi vî teherî xeberdana xwe dest pêkir rêwîê hevalê min.
- Ez diçûm Elegezê, gundêd kurmancaye teze ; min dixast dîsa binivîsya dereqa kolxoza da, çika çiqa pêşda çûne, çika çiqa û çiqa kadir pêşda hatine, çika jina kurmanca azabûî pêşdaçûnnê çawa dest anîne, çika û hezr çikaê dinê .