Festîvala Çanda Kurd a Parîsê Pêncşemê êvarê bi pêşangeha wêneyan a bi navê 'Dayik û Koç' a Serdar Mûtlû dewam kir.
Festîvala Çanda Kurd a Parîsê Pêncşemê êvarê bi pêşangeha wêneyan a bi navê 'Dayik û Koç' a Serdar Mûtlû dewam kir.
Navnîşana roja Pêncşemê ya festîvalê, avahiya Şaredariya 10’an a Parîsê bû.
Pêşangeha wêneyan a “Dayik û Koç” a Serdar Mûtlû, gelekî bal bire ser xwe.
Beriya ku bi merasîmê pêşangeh li xelkê bê vekirin, dayikek dikeve hola pêşangehê: Bêrîvan. Ji dayikên me yên nas e, li nava berhemên pêşangeha Serdar Mutlu digere, weke ku li êşa xwe bigere di nava wan dayikan de yên ku êşa wê û wan yek [1]e.
Beriya mehekê dayika wê wefat kiriye. Beriya çend salan kurê wê Seyit Kemal Akyol şehîd bû; lê ew ji wan dayikan e ku kêlek jî ji bo kurê wê ji bo wê nîne. Niha ew ji hevrêyên xwe yên ciwan re dibêje, zarokên min ên ciwan.
Wê niha li semta 10´an a Parîsê, li kolanên li nava wan mezin bûye, li avahiya şaredariya semtê, berê xwe daye dayikên pêşangehê.
Ew hem dayik û hem jî koçber e. Hîna 8 mehî bû, weke keça dêûbavekî karker çûye Parîsê. Ji dema darbeya leşkerî ya 12´ê Îlonê ve jî ew her parçeyek bûye ji têkoşîna miletê xwe. Niha ew veguheriye dîplomateke miletê xwe.
Di pêşangehê de xwe keşif bikin
Şaredara semta 10´an a Parîsê, Alexandra Cordebard û endama Meclîsa Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê Laurence Patirce û gelek rayedarên şaredariyê tevlî pêşangehê bûn.
Di destpêka pêşangehê de Şaredar Alexandra Cordebard got, li herêma lê şaredar e ew Kurdan ji nêz ve nas dike: Em bi Kurdan re timî di nava têkiliyê de ne. Pirsgirêka Kurd jî ji nêz ve dişopînin. Ev der mala we ye. Ji bo me serbilindî ye ku em we pêşwazî dikin. Şaredar Alexandra Cordebard festîval pîroz kir.
Serdar Mûtlû jî bal bire ser elaqeya ji bo festîvalê û anî ziman ku girîng e wan karê xwe bi rêya vê festîvalê gihandiye Parîsê. Wî ji xelkê re got, Di pêşangehê de xwe keşif bikin.[1]
Doh êvarê jî di çarçoveya festîvalê de lîstika Teatra Jiyana Nû ya bi navê “Bêrû” hat nîşandan. Lîstika “Bêrû” li semta 1´ê ya Parîsê, li Place de la Liberation 93150 Le Blanc Mesnilê hat nîşandan.