Zimanê kurdî, zimanekê ji malbata zimanên hind û ewropî û şaxa zimanê îranîya rojava ye. Zimanê kurdî li herêmên Kurdistanê, li diyaspora kurdî û li herêmeke berfirehê Anatolya navîn tê axaftin. Piraniya gelê li Kurdistanê bi vî zimanî diaxivin û zimanê sereke yê kurdan e.
Çend zaravayên kurdî hene; kurmancî li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê, soranî li başûr û rojhilat tê bikaranîn. Kurmancî bi piranî bi tîpên latînî tê nivîstin û soranî bi tîpên erebî.
Zimanê kurdî
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Zaravayên kurdî
Koda ISO 639-1 ya kurdî KU ye. Koda ISO 639-2 ya kurdî KUR e. Koda DIN 2335 ya kurdî KU ye.
Li gorî belavbûna erdnîgarî, zimanê kurdî ji bilî welatên Ewropa û yên biyanî bi taybetî li hemû erdnîgariya xwe yanî li hemî herêmên Kurdistanê tê bikaranîn. Tev li navçeyîbûyînê ji nifşê mirovên vê navçeyê, gelek gel, ji rojava heta rojhilatê, li gelek welatan zêde û belav bûn. Lewra ye ku zimanê kurdî, yê ku li ser axeka fireh tê axaftin, ji gelek zaravayan pêk tê.
Li gorî pirtûka Şerefxanê Bedlîsî a Şerefname, zaravayên kurdî, eşîr, komên kurd ji aliyê ziman, kevneşopî û rewşên civakî di nav çar beşan de ji hev cuda dibin:
Kurmancî
Lor
Kelhûr
Goran
Kurmanciya bakur (kurmancî) û kurmanciya başûr (soranî) du zaravayên sereke ne. Ev her du zarava wekî zaravayên ku xwediyê wêjeyeke nivîskî ne, têne pejirandin. Van demên dawîn, zaravayê kirmanckî (dimilkî-zazakî) jî hêdî hêdî ber bi nivîskîbûnê ve gavan diavêje.
Di nav zaravayên kurdî de zaravayê ku herî zêde pê tê axaftin kurmancî ye. Kurmancî li hemû deverên ku kurd lê dijîn pê tê axaftin. Piraniya kurdên ku kurmancî û zazakî diaxivin li bakurê Kurdistanê dijîn. Her wiha li Qerejdaxa bakurê Kurdistanê û li çend deverên mîna Anatolya Navîn şêxbizinî lê dijîn. Şêxbizinî devokeke kelhurî ye ku li bajarê Kirmaşan û Îlamê bi heman devokê diaxivin. Tevlihevîya di warê zaravayan de pirî caran jî, ji ber navlêkirinê tê. Bo nimûne, ji bo kurmanciya bakur, li başûr behdînî û li rojhilat jî şikakî tê gotin. Her wiha ji bo zaravayê kurmancîya jêrîn jî, kurmanciya xwarû, soranî tê gotin. Heman tevlihevî di warê dimilkî de jî balê dikişîne. Navên wekî kirdkî, kirmanckî, dimilî, dêrsimkî, sobê û hwd têne bikaranîn. Ji bo hewramî jî navê goranî jî heye.
Rûpelên yekem ên destnivîsek Nûbihara Biçûkan li British Library, Or. 5932, folio 9 recto.[1]
Kurmancî, kurdiya bakur
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Kurmancî
Kurmancî jî yek ji zaravayên kurdî ye. Ji bo kurmancî, kirdasî, Bahdînan, û şikakî û kurmanciya bakur jî tê gotin. Kurmancî li her çar parçeyên Kurdistanê jî tê axaftin.
Zaravayê kurmancî ew zaravayê kurdî ye ku herî zêde pê tê axaftin. Lê herî zêde li bakur û rojavayê Kurdistanê pê tê axaftin. li başur jî li duhok û şingal û li rojhilat jî li bajêrê ûrmîye tê axeftin. Zaravayê kurmancî her wiha li Ermenistanê, li Xorasanê, li nav kurdên Qefqasyayê, li Anatoliya Navîn û li Diyasporayê yanî li (Ewropa û Amerîka)yê pê tê axaftin
Rûpelên yekem ên destnivîsek Edîqeya Îmanî li British Library, Or. 5932, folio 14 verso.
Rêzimana kurmancî
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Rêzimana kurdî
Ji ber ku zimanê kurdî zimanê gelekî bindesthîştî ye, îmkanên pêşdexistina sazî yên neteweyî nebûne û ji aliyê lêkolîn, lêgerîn, pêşxistina ziman û çandê, hebûnên civakî û dîrokî ve bêpar maye. Zimanê kurdî têra xwe nehatiye lêkolînkirin û dewlemendiya wî nehatiye eşkerekirin.. Sazî û dezgehên ku karibin vî zimanî pêş bixin, bi taybetî li hundurê welatî firsenda avabûnê nedîtine. Ji aliyê lêkolîn û lêgerînê ve zimannasên pispor yên bikêrhatî negihîştine. Hindek ronakbîrên ku bi îmkan û hewldanên xwe yên şexsî xwestine derkevin meydanê jî hergav rastî tehdîda dewletên serdest û zordar bûne.
Ji ber vê yekê, lêkolînên li ser zimanê kurdî, heke em rewşa îstisnaî ya Başûrê Kurdistanê negrin ber çavan, bi xebatên van çend ronakbîran hatiye kirin û jixwe wan jî lêkolînên xwe li derveyî welatî kirine. Li Kurdistana Îraqê, ji ber vê serbestiya nisbî ya çandî ko encama têkoşîna neteweyî ya bêwestan û bênavber bûye û piştre jî, ji ber wê îmkana otonomiya mehdûtkirî ya berhema şerê salên 1960'an, li vê perçe ya Kurdistanê, wisa lê hatiye ko hejmara ronakbîr û saziyên ko li ser zimanê kurdî xebat kirine, ta dereceyekê zêdetir bûne. Li vê perçeya welatî mirov dikare behsa hin xebatên hêja bike.
Ji bilî van tiştên ku li ser zimanê kurdî hatine nivîsîn, berhemên hin rojhilatnas, zimannas, gerrok û mîsyonerên biyanî hene. Ji xeynî vê, divê em xebatên wan dewletên ku Kurdistan bindest kirine û yên hin derûdorên ku hin hesabên wan li ser Kurdistanê hene jî nîşan bidin. Ev xebatên wiha yên li ser zimanê kurdî ne bi armanca zanistî, lê bi ya siyasî, hatine kirin. Ewan ne ku xwestine rastiyên zanistî derxin holê, lê xwestine îdîa û safseteyên ko xizmeta mexsedên wan ên siyasî dikin li nav gelî belav bikin. Dewleta Tirk ji ber ku heta îro hebûna gelê me înkar kiriye, muhawele kiriye ko kurdan wekî perçeyekê ji qewmên Tirk ên Asyaya Navîn bide nîşandan. Li ser zimanê kurdî jî îdîa kiriye ko ev ziman, zimanê civakeka tirknîjad (tirkên çiyayî) e û di netîceya asîmilasyonê da bûye zimanekî destkir (sunî) ku ji çend hezar peyvên erebî, farisî û tirkî pêkhatiye.
Misyonerên biyanî jî gelek caran ji ber mexsedên siyasî yên li gor berjewendiyên welatên xwe û hin caran jî ji ber çavdêrî û lêkolînên xwe yên gelek seran serî (sethi) bi şaşî nivîsîne ku kurdî ne zimanekê serbixwe ye û devokeka farisiya kevin an jî ya nû ye. Hijmara yên ku li ser zimanê kurdî tehlîl û şiroveyên şaş ên qestî kirine yan jî bi nezanîn şaş çûne ji yek, du kesan ne zêdetir e, lê ji aliyê devokên zimanê kurdî de hejmara kesên ku bîr û baweriyên cuda cuda nivîsîne û pêşkar kirine gelek zêde ne.
Li aliyê din, divê em rastiyekê jî qebûl bikin ku herçî lêkolînên niyetpak û zanistî bi hejmara xwe gelek kêm bin jî, ew bi xwe jî li ser zimanê Kurdî gihîştine bîr û baweriyên newek hev. Ji vî alî de jî nezelaliyek heye.
Tevî hemû dijwarî, nezelalî û kêmasiyên lêkolînên ko li ser dengzanî (fonolojî, peyvsazî (morfolojî) û hevoksaziya (sîntaksa) zimanê kurdî hatine kirin, nîşan dane ku zimanê Kurdî, zimanekê serbixwe yê xwedî dîrokeka taybetî ya pêşveçûnê ye û vê rastiyê di warê zimannasiyê de xwe daye pejirandin.
Wêjeya kurmancî
Soranî
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Soranî
Soranî zaravayekî zimanê kurdî ye. Di rastiya xwe de ev navê devokekê ye ku li nêzîkî Hewlêrê tê axaftin, lê di pêvajoya dîrokî de navê xwe li hemû devokên zaravayê kurdiya navendî kiriye. Îro devokên mukrî, kurdî û yên din bi navê soranî têne nasîn. Bi giştî bi tîpên kurdî-erebî tê nivîsandin; herwiha, gotarên bi tîpên latînî jî hene. Soranî zêdetir li Kurdistana başûr û rojhilat tê bikaranîn.
Kirmanckî/Zazakî
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Zazakî
Zazakî yanî kirmanckî yek ji zaravayên kurdî ye ku li bakurê Kurdistanê tê axaftin. Kirmanckî herî zêde li Dêrsim, Amed, Semsûr, Çewlig, Riha, Xarpêt, Erzerom, Mûş û Bilîsê tê axaftin. Ji nav van bajaran li navenda Dêrsim û Çewligê herî zêde kirmanckî tê qisekirin. Feqet li navenda bajarên din kurmancî tê qisekirin. Kirmanckî tenê li bakurê Kurdistanê cih digire
Ji bo kirmanckî; kirdkî, dimilî û zazakî jî tê gotin.
Destnivîsara ya helbestan goranî li British Library, Or. 6444 (1197–1198 PH/1782–1784 PZ)
Goranî/Hewramî
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Hewramî
Hewramî zaravayekî kurdî ye ku li başûr û rojhilatê Kurdistanê tê axaftin. Ligorî lêkolînên ku ta niha hatine kirin, hewramî yekemîn zaravayê kurdî ye ku pê nivîs hatîye nivîsîn. Zimanê wêjeya klasîk heta sedsala nozdehem li nav kurdên soranî-axêv, lekî-axêv, kelhurî-axêv û lorî-axêv bi giştî hewramî bûye. Ji vê hewramîyê re, ku ji bo wêjeyê hatîye bikaranîn, goranî hatîye gotin. Lewma jî ji hewramî re gelek caran goranî jî tê gotin. Feqet xelk ji bo vî zaravayî bi piranî hewramî dibêje
Hewramî li başûr û rojhilatê Kurdistanê tê axaftin.
Kirmaşanî/Kelhurî
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Kelhurî
Kelhurî yek ji zaravayên kurdî ye. Çawa ku ji bo zaravayên din navên cuda cuda tên gotin, her heman tişt ji bo kelhurî jî heye. Ji bo kelhurî; feylî, kirmaşanî, û kurdiya başûr tê gotin; lê esasen hemû jî eynî zarava ne yanî kelhurî. Divê em di bin banê kelhurî de behsa şêxbizinî jî bikin. Şêxbizinî her çend li hin deverên bakurê Kurdistanê li hin gundan bê axaftin jî, zêdetir li Anatolya Navîn tê axaftin. Li gorî lêkolîneran şêxbizinî jî beşek ji kelhurî ye. Kelhurî her çend bi piranî li rojhilatê Kurdistanê bê axaftin jî, li başûrê Kurdistanê jî li Xaneqîn û Mendelî tê axaftin. Feqet kelhurî bi Kirmaşanê tê naskirin.
Li Kirmaşanê, her çend zaravayên soranî, lekî û hewramî hebin jî, li wir zaravayê hevpar li nav kurdan kelhurî ye
Lekî
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Lekî
Zaravayekî din ê kurdî jî lekî ye. Lekî li rojhilatê Kurdistanê, bi giştî li Loristanê tê axaftin lê li hin navçeyên Kirmaşanê jî tê axaftin. Li Loristanê li navçeyên Kûdeşt, Nûrabad, Eleşter, Xoremabad, Birûcird, Endîmişk tê axaftin. Li Kirmaşanê li navçeyên Sehne, Kengawer û Hersînê tê axaftin. Navekî din bo lekî nîne. Lekî her lekî ye
Lorî/Bextiyarî
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Lorî
Lorî jî wekî lekî tenê li rojhilatê Kurdistanê li Loristanê tê axaftin. Di dîrokê de lor wek kurd hatine liqelemdan. Li gorî lêkolînan, Baba Tahirê Uryan bi lorî berhemên xwe dane
Ebdûyî
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Kelûn Abdû
Kelûn Abdû navê zaravayeke kurdî li Farsê ye. Gorî zimannasê alman Oskar Mann ev zarava yek ji zaravayên kurdî ye, a ku zaf di têsîra farsî de maye. Kesên bi ve zaravaye diaxivin li gundê Abdû di navbera Kazerun û Şîrazê de rûdinên. Bi texmînî vana kurdên ku ji aliyê Sefewiyan ve ji Kurdistanê hatine mişextkirin in.
Ji du eşîran pêk tê: Kardaran û Ebdûyî
Dîroka zimanê kurdî
Belavbûna zimanê kurdî li Rojhilata navîn û Sovyeta kevin
Nexşeya erdan a Kurd
Îro Kurd ji ber perçebûna erdnîgariya xwe Kurdistan di nav sînorên dugelên Sovyeta berê (Ermenistan, Azerbaycan, Nûhciwan û Gurcistan) Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyê de dijîn. Ji xeynî Îraqê, zimanê fermî yê tenê yê van dewletan tirkî (Tirkiye), erebî (Sûrî) û farisî (Îran) e. Li Îraqê jî hem erebî hem jî kurdî fermî ne.
Bi zimanê kurdî re; li rojava Tirkî, li bakur ermenîkî, li rojhilata bakur azerî, li rojhilat farisî û li başûr zimanê erebî cîrantî dike. Kurdî her wiusa li Ermenistan, Pakistan, Efxanistan, Hindistan, Urdun, Filistîn, Misir û Libnanê jî tê axaftin. Li Xorasan, Taran, Bexda, Şam, Enqere, Stenbol, Konya û bajarên wek Îzmîrê jî ji ber ku gelheyek mezin dijîn, zimanê Kurdî li van herêman jî tê axaftin. Bê guman ji ber ku gelê Kurd li gellek cihan bi cih bûye, Kurdî li wir tê bikaranîn.
Sedema jiyîna gelê Kurd a li derveyî erdnîgariya xwe, digihîje bi deh an sedsalan berê. Cihên wek Efxanistan, Pakistan, Hindistan û Misir ji bo cîhadê çûne û li wir mane. Li cihên din jî ji ber mişextîkirinê bi cih bûne. Li gor lêgerînan îro gellek Kurd ji ber van koçan li welatên Ewropa, Amerîka û Awistralyayê jî dijîn.
Zimanê tirkî ji malbata zimanê ûral-altay, erebî ji ya semîtîk (samî) û farisî jî, ji ya hind-ewropî ye. Ji van zimanan tenê kurdî û farisî ji heman koma zimanî ne . Hem rêveberiya ereb û hem jî ya fars hebûna kurdan wek kurd û zimanê wan jî wek zimanekî serbixwe dipejirînin, lê nêrîna fermî ya rêveberiya Tirkiyeyê, vê yekê red dike û dibêje ku kurd bi binyada xwe ve tirk in. Ev raman bi taybetî piştî damezîrana komarê serdest bûye û wek bîrdoza fermî hatiye parastin.
Berî zayînê
Hê di deme sûmeriyan de, zimanê kurdî xwediyê pêşketina xwe bi awayê civatî ye. Gotina Gilgamiş bixwe jî, ku mirov li ser difikirê, Ji ga û gir pêk tê. Bi wê re, mirovekî ku şibandina wî ya weke gayekî tê ser ziman. Girbûna wî, bi wê re tê ser ziman. Bo mînak, ga pirr gir e. Bi wê girbûna xwe re lê tê şibandin. Di kêvalbarên tofane Nûh de, ji mihê re gotina mî û ji guh re gû tê gotin.
Kurd, gelekî dêrin ê herêma (Mezopotamyayê) ne û xwedî şaristaniyeke dewlemend in. Ji pêşiyên kurdan pir bermayî mane, ku hinek jê berhemên nivîskî ne. Ji belgeyên ku bi dest ketine, em pê dihesin ku kurdan ji berê de nivîs bi kar anîne. Belê, ev pirtûkçe ne li dû aşkerakirin û peyitandina wan tiştan e ku li cîhanê gelek pispor û mirovên sade jî pê dizanin. Lê ji ber ku di van demên dawîn de, li ser mijara zimanê kurdî û kurdan gelek gengeşî û hewlên berevajîkirina rastiyan pêk hatin û di van gengeşiyan de ne pisporên mijarê yên kurd û ne jî saziyên wek enstîtuyê hebûn, ji lewre me pêwîst dît ku em bi awayekî puxteyî ji mijarên li ser zimanê kurdî behs bikin. Em xwedî wê baweriyê ne ku, ev pirtûkçe dê bi kêr bê da ku gengeşî û nîqaş li ser zemîneke rast bên kirin. Alfabeyên ku kurdan bi kar anîne Palpişt û belgeyên di dest me de, bi me bidin zanîn ku kurdan bi dirêjiya dîrokê re gelek alfabe bi kar anîne. Lê belê em pê nizanin bê kurdan serê pêşîn kîjan alfabe bi kar aniye û kengê dest bi nivîsandina nivîsê kiriye. Ji bilî alfabeyên ku em dê li jêrê bidin, kurdan xet aramî, suryanî û grekî jî bi kar anîne.
Rûpelên yekem ên destnivîsek Mem û Zîn li British Library, Or. 11996, ff. 1v–2r. (1221 PH/1806–1807 PZ)
Rûpelên ên destnivîsek Sayf al-Mulūk li British Library, Or. 8208, ff. 45v–46r. (1286 PH/1869–1870 PZ)
Zimanê kurdî di dema Şadadî û Merwaniyan de
Tê zanîn ku, beriya komarê, kurd wek qewmekî cihê û zimanê wan jî wek zimanekî serbixwe dihate dîtin. Ji bo nimûne, Ewliya Çelebî di berhema xwe ya navdar ‘Seyahatnameyê de behsa zimanê kurdî û zaravayê wê dike . Ewliya Çelebî, dide xuyakirin ku zimanê kurdî zimanekî dêrin ango qedîm e û ji zimanên mîna farisî, dêrî û îbrî cuda ye. Her wiha, Sami Frashëri, di pirtûka xwe ya bi navê Kamusu'l-Alâm de û Ziya Gökalp jî di gotar, daxuyanî û berhema xwe ya bi navê Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler de, amaje dikin ku kurdî bi tu awayî naşibe zimanên din û kurdî zimanekî dewlemend û serbixwe ye. Lê piştî avakirina komarê, nemaze bi qanûna bingehîn a sala 1924’an, hebûna kurdan tê redkirin, her kesê li Tirkiyeyê dijî mîna tirk tê pejirandin. Peyvên mîna kurd, kurdî û Kurdistan, ku di gelek belgeyên fermî yên osmanî û Tirkiyeyê de dihatin bikaranîn, têne qedexekirin.
Hemû zanyarên ku li ser zimanê kurdî lêkolînên zanistî kirine didin xuyakirin ku, kurdî zimanekî serbixwe ye û tu têkilî û pêwendiya wê ne bi tirkî û ne jî bi erebî re heye. Li hêla din, kurd arî ne û ew farisan lêzimên hev in, zimanên wan jî, ji heman koma zimên e. Lê her yek jê zimanekî serbixwe ye. Ji mêj ve kurdan bi zimanê xwe perwerde û hîndekariyê dikirin. Li medreseyan li ser mijarên wekî matematîk, mentiq, rêziman, fiqih û hwd perwerdehî bi zimanê kurdî û erebî dibû.[18] Ev medrese piştî avakirina komarê hatin qedexekirin. Her wiha ligel vê yekê, weşan û nivîsandina bi kurdî jî hatin qedexekirin. Îro, rewş piçek guheriye, wekî berê bi tundî înkara kurdan û zimanê kurdî nayê kirin. Hejmara kesên ku vê yekê dikin, hindik e. Kesên statukoparêz, hebûna zimanê kurdî qebûl dikin, encax zimanê kurdî wek zimanekî paşvemayî û cîgehî (mehelî) bi nav dikin û hebûna zarava û devokên di zimanê kurdî de jî wek asteng li pêşiya perwerde, hîndekarî û weşanê didine nîşandan. Rast e ku di kurdî de zarava û devok hene, lêbelê ev rewş, ne tenê xweserî zimanê kurdî ye. Di hemû zimanan de zarava û devok hene.
Ji sedsala 20an heta îro
Ji ber parçekirina erdnigariya xwe ku ji alî mêtingeran pêk hatiye û piştê vî parçebûnê, gelê kurd di bin serweriya dugelên ku ew parçê Kurdistanê kirine nav sînorên xwe de jiyane, ji gellek nirxên xwe mehrûm mane.
Bi taybetî pêşveçûna gelê kurd nehatiye xwestin û tu mafê saziyek ji alî sazûmanên damezrandî ve nehatiye dayîn. Tev li viya gellek mafê wî yê xwezayî hatiye qedexekirin û hemî saziyên van dugelan ku ji bo helandina ziman û pişaftinê hatine damezrandin, ji bo vî armanca xwe xebitîne. Digel van yên xwestine bi van nirxên xwe bijîn, ji bo wan hewl dane. Dawiya jiyanên xwe di zindan an jî di dardekirinê de dîtine. Ji ber vî yekê di warê ziman de em dikarin wisa bibêjin ku, pir hindik zimannas xwe gihîştandine.
Lewra di van mercên dijwar de û tev li hemû qedexeyan mirov, derfetên fêrbûn û pêşvebirina zimanê xwe nedîtine. Zimannasên xwe gihîştandine jî, bi derfetên xwe û bi hewlên xwe, xwe gihîştandine û berhem danîne. Pirê wan jî li Ewropa perwerdehî û lêgerînan hîn bûne. Her wiha, îro ji ber bêdugelbûna gelê kurd, her zimannasê kurd rêzikên cuda didin an jî fikrên wan ên li ser rêzimanê kurdî diguherin. Ev jî ji ber bê dugelbûna gelê kurd û di warê zimanê kurdî de tunebûna saziyek zanistî ye.
Li ser lêgerîna zimanê kurdî hinek zimannasên Ewropî jî xebitîne û di vî mijarê de berhem danîne holê. Piştê salê 1960an, li Başûr dû têkoşîna Mele Mistefa Barzanî bi damezrandina otonomiya gelê Kurd êdî rewşenbîr û zimannas hinek be jî bi hêsanî lêgerînên xwe pêş ve birine. Dugela tirk jî jixwe biteşeyek pêkenî gelê kurd wek gelek ji qewmên tirk ên Asyaya Navîn dihesiband û bi vî awayê dida naskirin. Zimanê kurdî jî wek Ev, zimanek ji hezar peyvên wek tirkî, farisî û erebî pêk hatiye daye zanîn. Yanî li gor dugela tirk; kurd ji nijadê tirk in, lê ji ber mercên erdnîgariya dijîn, zaravayê wan guheriye û navên wan jî tirkên çiyayî ne… Bi vî awayê azîneyek li ser helandina zimanê kurdî pêk aniye. Lê tev li bi sînor, li ser lêkolîn û lêgerîna xebata zimanê kurdî, li gorî pisporên vî babetê; zimanê kurdî, zimanek serbixwe ye û bi serê xwe xwemalî ye. Lewra li gor nivîs, jêma û dîroka xwe encam ev e ku, di warê zimanasiyê de zimanê kurdî xwe daye pêjirandin.
Derheqê standardbûna zimanê kurdî
Standardbûna zimanê kurdî tenê di zimanê nivîskî de heye, ne di yê devkî de. Kîjan gel an netewe dikare biangiştîne (îdea bike) ku hem zimanê wan ê devkî û hem jî yê nivîskî zimanekî hevgirtî û standard e.
Konferansa Zimanê Kurdî
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Konferansa Zanistî ya Zimanê Kurdî
Ji bo standardkirina zimanê kurdî gelek hewldan hene. Hewldana herî fireh û nûjên Konferansa Zimanê Kurdî ye.
Konferansa Neteweyî ya Kurdî ji sala 2001an pê ve wê her sal pêk bê. Ji bo beşdariya konferansê bi sedan delege, zimannas û kurdnas li Amedê civiyan.
“Konferansa netewî ya zimanê kurdî, siyaseta ziman û birêxistinkirina tevgereke zimanê” 3-5 roj didome. Di van rojan de panelên cuda pêk hatin. Digel bidawîbûna her konferansê encamnameyek ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî tê weşandin.
Alfabeyên kurdî
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Alfabeyên kurdî
Di zimanê hemû gel û neteweyên misilman de serdestî û bandora zimanê erebî berbiçav e. Her wiha di zimanê gelên îsewî de jî mirov rastî hîkarî û bandora zimanê latînî tê. Ev rewşa hanê ji ber ol û dîn e. Ji ber ku zimanê mizgeftê û Quranê erebî û yê dêrê jî latînî ye. Ji bilî vê yekê, hemû gelên cîranên hev ji ber sedemên cihê, ji aliyê zimên ve jî bandor li hev kirine û peyv dane hev û ji hev stendine. Îro mirov bi awayekî zelal di zimanê tirkî, kurdî û farisî de rastî peyvên erebî tê, her wiha van her çar zimanan ji hev û din peyv standine û dane hev. Ji ber ku wêjeya farisî demekê gelên wekî kurd, ereb û tirk ji xwe re hijmetkar hiştiye lewma jî peyvên wî zimanî ketine nav zimanê van gelan. Ev jî tiştekî asayî û siruştî ye.
Alfabeyên ku heta niha kurdan bi kar anîne ev in:
Alfabeya kurdên êzîdî: Bi sedan sal e ev alfabe ji aliyê kurdan ve tê bikaranîn û ji 31 tîpan pêk tê. Ji milê rastê ber bi milê çepê ve tê nivîsandin. Hinek kes ji vê alfabeyê re Alfabeya Sirê (ango, bi erebî Huruful el-Sır) jî dibêjin. Pirtûka olî ya pîroz a êzîdiyan Mishefa Reş û Cilwe bi vê alfabeyê hatine nivîsandin[1]
Alfabeya kurdî ya erebî [1]
Alfabeya kurdî ya latînî
Alfabeya kurdî ya kîrîlî
Ji bilî van alfabeyan, li Herêma Zêwê ya Rojhilatê Kurdistanê, çav bi cureyeke nivîsê hatiye ketin ku li ser tepsiyeke zîvîn e. Li gor lêkolîneran, ev nivîs ji sedsala 8'an a berî zayînê maye û ev nivîs aîdê medan e [çavkanî hewce ye]. Ji bilî vê belgeyê, li cihekî din kes rastî heman cureyê nivîsê nehatiye.
Devokên zaravayên kurdî
Devok û zaravayên kurdî
Gelek devok û zarava, li gor navên mezhep, dever, eşîret û ol hatiye danîn. Bi vî awayê ji ber ku hatiye tevlihevkirin, ji bo van zaravayan nêrîn diguherin. Van navên zaravayan him ji alî lêkolîneran, him jî ji alî gel hatine dayîn. Di encama viya de jî li zaravayekî carna çend nav bi hev re hatine danîn. Wek mînak; navê zaravaya Kurmanciya bakur, di Kurdistana Rojhilat de wek Şikakî, di Kurdistana Başûr de wek Bahdînî, di Kurdistana Bakur de wek Kurmancî, di nav dimiliyan de jî Kirdasî an Kirmoncî tê binavkirin. Navê Kurmanciya Başûr di Kurdistana Rojhilat de wek Mukrî, di Kurdistana Başûrê biçûk de, di ya Bakur de û li Behdînanê Soranî ye. Di nav zarayan de ya herî tê tev li hev kirin di derbarê Goranî, Lûrî û Dimilî de ye. Hinekan van zaravayan zimanên wek bi serê xwe, hinekan jî wek zarava dîtine.
Kesên ku naxwazin zimanê kurdî wek zimanekî serbixwe bipejirînin, axaftina her bajarî, heta ya her gundî wekî devok, heta hin caran jî wekî zarava bi nav dikin. Çawa ku di hemû zimanan de zarava û devok hene, wisa di zimanê kurdî de jî hene. Em ji bîr nekin ku standardî di zimanê nivîskî de heye, lê di zimanê devkî de. Bêyî mudaxele û statûya siyasî, zimanê standard pêk nayê.
Ehmedê Xanî (sedsala 17’an), di berhema xwe ya navdar Mem û Zînê de[20] zaravayê kurmancî li ser sê devokên bingehîn pareve kiriye. Em vê peyt û tespîta wî bi malikeke ji şahesera wî nîşan bidin:
Bohtî û mehmedî û silîvî
Hin la’l û hinik ji zêr û zîvî. Mirov dikare vê gotina Ehmedê Xanî ji bo devokê kurmancî wekî bingeh bigire. Bi awayekî giştî lêkolîner, devokên zaravayên din jî wiha rêz dikin:
Kurmanciya naverast (soranî): silêmanî, mukrî, sineyî. Kirmanckî (zazakî): devoka Dêrsimê û devoka Siwêregê.
Kemal Fuat ku li ser ziman û wêjeya kurdî xebatê wî hene, zimanê Kurdî bi devok û zaravayan wusa ji hev cuda dike.
Kurdiya bakûr Kurdiya navîn (Soranî) Kurdiya başûr Kurdiya Goran - Dimilî
Kurdên Xorasanê
Şingalî
Şikakî
Bayezîdî
Hekarî û Bahdînan
Botanî
Serhedî
Hesekî
Licê
urmîyê
Şêxanî
(Mukriyanî
Hewlêrî (Soranî)
Xoşnawî
Pişderî
Silêmanî
Germiyanî (Kerkûkî)
Warmawayî
Cafî
Erdelanî (Sineyî)
Gerrûsî
Kirmaşanî
Kelhorî
Xaneqînî
Kulyayî
Sincawî
Feylî
Lekî
Beyrewendî
Mendali
Ilam
Dimilî
Hewramanî
Hewramî-Luhonî
Hewramî-Textî
Hewramî-Javerudî
Hewramî-Bêsaranî
Hewramî-Şayxanî
Hewramî-Helebceyî
Hewramî-Kenûleyî
Goranî
Bacelanî
Şebekî
Kakêyî
Zengeneyî
Gehwareyî
Dabeşandina kurdî
Ciha zimanên kurdî (kurmancî, zazakî, soranî...) li nav zimanên Rojhilata Navîn'ê
Cihê zimanê kurdî di dabeşandina zimanên hind û ewropî de wiha ye:
Zimanên hind û ewropî
Zimanên hind û îranî
Zimanên îranî
Zimanên îranî yên rojava
Zimanên îranî yên bakûr-rojava
Zimanê kurdî û yên îraniya navendî [çavkanî hewce ye]
Zimanê kurdî
Kurmancî
Soranî
Kirmaşanî
Zazakî-Goranî
Li gorî vê, zimanê kurdî zimanekî hind û ewropî ye, dikeve nav şaxê zimanên îranî û di vir de jî, ji desteka îraniya bakurê rojava dihêt hesabkirin. Her wekî tê zanîn, zimannasan di encama lêkolînên li ser zimanên dinyayê de, li gor nêzîkbûn an dûrbûna zimanan li ser esasê reh û rêçik û yên gelek aliyên din ev ziman ji hev veqetandine. Li goreyî hin zimanan, hin zimanên din nêzî hev dîtine û ew di malbateka zimanî de hesibandine.
Dema mirov bala xwe dide zimanên hind û ewropî mirov rastî gelek peyvên nêzî hev tê. Ew rewşa hanê ji bo hemû zimanê ku di heman malbat û komê de ne, wisan e.
Destnivîs ferhenga brîtanî Înglîzî-Kurdî li British Library, Add MS 26319, ff. 9r–10r. (Sedsala 19-an)
Li gorî lêkolinerên biyanî
Zimanê kurdî di dîroka nêzik de ji aliyê lêkolînerên biyanî ve cuda-cuda hatiye dabeşandin. Li ser vê mijarê Mînorskî wiha dibêje:
“ Kurdî jî wekî farisî yek ji zimanên rojavayê Îranê ye. Her wekî Andreas, Salamann, Oskar Mann, Meillet, Lent û T. Tedesco jî gotiye, zimanê rojavayê Îranê dibin du bir, bakur û başûr, ew her du bir tevî hev bûne. Digel vê yekê jî, di zimanên îroyîn de gelek tiştên ji hev re biyanî hene, kurdî û farisî ji gelek aliyan ve xwediyên taybetiyên serbixwe ne. Ango zimanê kurdî dikeve birê bakurê rojavayê zimanê îranî. ”
Di salên 1836-1837'an de G. Givrinli, di çend nivîsarên xwe de di babeta zimanê kurdî û etnografya wî de zimanê kurdî wek kurdiya xwarê û ya Jor ji hev cuda kiriye. Wî kurdiya jorîn wek; Mukrî, Hekarî, Şukakî û Bayezidî, kurdiya xwarê jî wek; Lûr, Kirmaşanî, Lekî û Goranî ji hev cuda kiriye.
Mele Mehmûdê Bazîdî ku ji bo konsolosê Erziromê Rûsyayê Alexsander Jaba di sala 1858'an de, ferhenga di naveroka wî de zaravaya Hekarî û ya Rewendî heye, amade kir. Bazîdî di nav vî namilkeya amade kiribû de rêzikên rêziman û ya ewil jî di pirtûkê de li gor cihêbûna herêm û eşîrên xwedî zaravayên cuda nivîsiye.
Peter Lerch, zimanê kurdî wek Zaza, Kurmancî, Kirmaşanî, Goranî û Lor kiriye pênc beş.
Ely Bannister Soane, di sala 1913'an de di berhema xwe de zimanê kurdî bi sê zaravayan ji hev cuda dike: Kurmanciya Jorîn - Kurdiya jêrîn - Lûrî, Dimilî, Hewramî û Goranî
Herwiha, Elaeddîn Secadî di berhema xweya destûr û ferhenga zimanê kurdî, erebî û farisî de wusa diyar dike:
Nimûneyên ji zaravayên kurdî
Kurdiya Bakur Kurdiya Navîn Kurdiya jêrîn Lekî Hewramî Zazakî
Êvar êware îware îware wêrega şan, êre
Bira bira bira bira bira bira
Tu, te tu tu tu to ti, to
Hesin asin asin asin asin asin
Erd/zemîn herd/zemîn/zewî or eriz zeü/zemîn zewî ? erd/hard
Vir êre îre îre îge îta/ewta
Hingiv hengwîn heseł ? ? hingimên
Kurt kurt kuł kul kurt kilm, kirr
Lêv lêw lîw lêw/liç lêw/lic lew
Meh mang maň mang mange aşme, menge
Nav naw naw nom nam name
Na na ne na na nê
Nû, nuh niwê, nêw, taze nû/ taze ? newe newe
Neh no nû nû no new/now/no
Parêz, bihişt perdêz/beheşt beheyşt ? ? behişt, cenet
Sipînax sipenax isfenac ? ? îspenax
Sitêr estêre sitare/hesare asare hesare estare
Keç, dot - düet dit - keyna/çêna
Dilop dilop tik ? dilop dalpa
Roj roj řûj řûj roj roj/roz/roc