Efrîn ew parçeyê bihuştê ye ku xweda ji bîr kiriye ku rake ezmanan. Efrîn ew periya rengîn e ku xwe di nava deryayan de veşartiye.
Avarîn, ango Efrîn yek ji ciwantirîn herêmên Kurdistanê ye. Bi taybetî jî di nava Rojavayê Kurdistanê de cihê herî xweş e. Herêmeke çiyayî ya bi dar, ber, çem û avên xwe ve dewlemend e. Herêmeke xweş û dîrokî ye. Efrîn dikeve aliyê herî dawîn ê Rojavayê Kurdistanê. Li gelek deran bi navê Çiyayê Kurmênc tê naskirin. Jixwe di destpêkê de tu bajar bi navê Efrînê tune bû û herêma çiyayî û gundên ku hebûn jî di dema Osmaniyan de girêdayî bajarê Kilisê bûn. Piştî dagikeriya firensî ya li ser herêmê, Firansayan ev der dabeşî du beşan kir û sînor di nava wan de dirêj
kirin û bi hevpeymanekê di sala 1922’ an de bi rengekî fermî di navbera Firansa û Turkiyayê de ev yek hate morkirin û pişt re Firensiyan jî ji aliyê xwe ve navlêkirina çiyayê kurmênc neguhertin û li gorî navlêkirina Turkiya Kurd-dax di belgeyên xwe yên fermî de bikar anîn. Dema ku herêma Çiyayê Kurmênc ji girêdana wê ya bi kilisê re hate birîn, Firensî neçar man ku navendeke rêberî ji herêma çiyayê kurmênc re ava bikin û di sala 1923’an de Firensiyan dest bi projeya xwe kirin û cihê wê projeyê
jî navenda bajarê Efrînê yê niha ye.
Herêma Efrînê herêmeke dîrokî ya pir kevnar e. Dîroka Efrînê digihe heta dema Hurî û Mîtaniyan, her wiha gelek bermayiyên dîrokî yên şaristaniyên kevn tê de peyda bûne. Ev jî tê wateya ku gelek şaristaniyan li ser vê herêmê demên cuda cuda de desthilatdarî kirine
Çiyayê Kurmênc li dûrahiya başûr rojavayê Kurdistanê ye. Çiyayê Kurmênc di qoncikê Sûriyê yê herî başûrê rojava de ye. Deşta Lêçe ku bi pehniya 10-20 km ye, çiyayên Kurmênc û Gewr (Amanos) ji hev dike. Rûbera wê li gor belgeyên fermî 2050 km2 ye. Nêzîktirîn cîgehê navçeya
Efrînê ji Deryaya Sipî/Naverast de, gundê Qermîtliq li rojavayê devera Şiyê 38 km ye.Wek çavnêrîn ji bajarê Iskenderunê yê Tirkiyê ve dûr e. Çiyayê Kurmênc weke ji navê wê ve jî diyar e bi piranî çiya ye û rêzeçiyayên wê jî ji bakur ber bi başûr ve dest pê dikin. Bilindahîya wê jî 1200 m. ye. Her wiha di nava xwezaya Çiyayê Kurmênc de gelek çem, rûbar, gelî û newal hene.
Herêm bi giştî jî bi Wilayeta Helebê ve girêdayî ye. Navenda herema Efrînê 63 km ji bajarê Helebê dûr e. Berê 3’ê navçeyên herêma Efrînê yên rêvebiriyê hebûn, pişt re 3’navçeyên din jî lê zêdebûn û niha navçeyên Efrînê heft in (Cindirês, Bilbil, Reco, Mabetan, Şeran, Şiyê, Şêrawa). Herêma Efrînê ji aliyê hewayê ve sarûgerm e. Ji ber ku ji deryayê ve nêzîk e û para xwe ji baranê distîne û carcaran jî berf dibare û ev jî rê li ber çandiniyê vedike.
Herema Efrînê, deverek bi xêr û bêr ên xwe yên ser erd û binerd
dewlemend e. Bi av, çem û kaniyan, bi dar û daristan û bexçeyan,
bi seyrangeh û warên pîroz û kevnare, bi kargeh û samana xwezayî pir dewlemend e. Efrîn bi çandiniyê binav û deng e. Aboriya gelê Efrînê bi giştî ji çandiniyê pêk tê. Bi taybetî jî çandiniya darên Zeytûnê xebateke nebe nabe ye. Ji xwe dema li Kurdistanê, zeytûn tê gotin, yekser Efrîn tê bîra mirovan. Ax, xaknîgar û bahewaya herêma Efrînê ji bona çandina dara zeytûnê pir guncawe. Zeytûn him wek xwe tê firotin û him jî, di kargehên taybet de jê zeytê tê guvaştin û ev zeyt tê firotin. Jixwe
Sabunên Kurdî yên pir baş jî, ji van zeytûnên li Efrînê tên çêkirin û firotin. Li rex darên zeytûnê, gelek darên din jî weke: Henar, sêv, Tirî, hilûk, kerez, çeftelî, mişmiş, hejîr, tû, hurmî, gûz û behîv tên çandin.
Her wiha di herêma Efrînê de êl êşîrên weke (Amkan-Biyan- Şêxiyan –Xastiyan- Cûmiyan –Şikakan- Robaran -Şêrewan –Heyştiyan hene. Û gelek ziyaretên wekî (Ziyareta Henan - Ziyareta Mihemed Elî- Ziyareta Qere Curnî - Ziyareta Şêxmûs - Ziyareta EbdulRihman - Ziyareta Qaziqlî-Ziyareta Şêx Cemaledîn - Ziyareta Ş.Mûrad - Ziyareta Xidir - Ziyareta Şêx Berekat) hene.
Efrîn wek xwezaya xwe bi çand û hûner û folklora xwe jî dewlemend û rengîn e. Çanda heremê pir nêzî herêmên Mereş û Elbîstanê ye. Heta niha li herêma Efrînê cil û bergên Kurdî li xwe tên kirin. Di warê dîlan û govendan de, Efrîn gelekî dewlemende. Di warê klam û strangotinê de jî
pir dengbêjên navdar yên vê herêmê hene ku navê wan tên naskirin. Dengbêjên weke: Hemûş Korik, ÎbramêTirko, Cemîlê Kerê, Cemîl Horo, Omerê Cemlo, Evdê Şehrê, Hesnazî, Reşîdê Memcûcanê, Adîk Necar,Beytaz, Eliyê Kabê, Elî Tico, Bavê Selah û hwd. Helbet
Cemîl Horo yek ji dengbêjên herî navdar di seranserê Kurdistanê de ye ku dengê wî re mirov bi bask dibe û li ser Çiyayê Kurmênc bi firê dikeve.
Ji bilî van dengbêj û stranbêjên klasîk, gelek stranbêj û hunermendên ciwan jî di salên dawiyê de derketine pêş. Li rex stranbêj û dengbêjan, gelek helbestvan, nivîskar û wêjevan, şêwekarên heremî jî hene.
Sirûşta Efrînê pir xweşik e û cihên şûnewarî yên giring lê hene, loma jî hejmarên mezin ji geştevan û seyranvanan tên seredana wê. Ji cigehên şûnewarî yên giring: Kela Semanê, Girê ‹Endarê, Kela Nebî Horî, şûnewarên Çiyayê Lêlûn…û hwd. Ji cigehên geştevaniyê yên herî navdar li Efrînê: kefercenê, Meydankê û gola wê, Basûtê, Endarê, Ziravkê, Nebî Horî,solavên Gemrûkê…û gelekên din.[1]