Rêveberê Dibistana Şano ya Zarokan got, berê zarok ji şanoyê bêmaf bûn. Lê dibistan ji wan re bû derfeteke mezin û ji paşroja huner û sînemayê re bû bingeheke xurt. Bi mihrîcan û şanoya kolanê ya zarokan jî wê proje mezintir bibe.
Perwerdeya duduyan ya dibistana Şano ya Zarokan dest pê kir
Dibistana Zarokan ya Şanoyê ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê ve meha 10`an ya sala borî hat vekirin. Ev çend roj in jî li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê, beşa duduyan ya perwerdeya şano ya zarokan dest pê kiriye. Berî niha jî vê dibistanê beşeke din ya şanoyê ya zarokan bi dawî kiribû. Li ser kar û xebata Dibistana Zarokan ya Şanoyê, rêveberê Dibistanê Ebdulmecîd Xelef ji me re axivî.
Ebdulmecîd Xelef diyar kir ku ji bo avakirina vê dibistanê, sala borî pêşiniyar ji bo Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê kiribûn û ji projeyê re amadekarî hatibû kirin. Herwiha got, piştî erêkirina projeyê ji aliyê Desteyê ve jî, Cotmeha sala borî xebata dibistanê dest pê kir. Ev dibistana şano jî, dibistana yekê ya zarokan li bakur û rojhilatê Sûriyê ye.
`Zarok ji şanoya xwe bêpar û bêmaf bûn`
Rêveberê dibistanê da zanîn ku armanca wan ji vekirin vê dibistanê, berfirehkirina qada şanoyê li herêmê ye û axaftina xwe wiha domand: “Li herêmê pêwîstî bi qadeke şanoya zarokan hebû ku bingeha paşroja şanoyê bê avakirin. Ji ber wê me dest bi vê projeyê kir. Herwiha ji aliyê şanoyê ve jî mafê zarokan hatibû xwarin û çalakiyên şanoyê yên heyîn di çarçoveya şanoyên mezinan de dihatin kirin. Piştî erêkirina projeyê me bi desteya perwerdeyê re têkilî danî û me projeya xwe da nasîn.”
Ekîba perwerdeyê
Li gorî planên dibistanê, her dewreyeke perwerdeyê sê mehan didome. Di pewreya yekê de jimara zarokan 30 bû. Ya niha jî ango ya duduyan 20 bû. Ev proje ji aliyê komîteya perwerdeyê ve tê meşandin. Komîte, ji şanoger, derhêner û nivîskar Ebdulcabir Hebîb, dîkorzan Ciwan Silo û alikarê wan Alan Ebdulah pêk tê.
`Dibistan ji bo zarokan derfeteke mezin e û gelek pêşkeftin çêbûn`
Li ser hûrgulî û bernameya perwerdeyê Ebdulmecîd Xelef ev agahî dan: “Ekîba perwerdeyê, ji nîvîskar, şanoger û derhêneran pêk tê û ekîbeke biezmûn û şareza ye. Li gorî nûbûna projeyê asta tevlîbûna zarokan jî baş e. Temenê kesên beşdarî perwerdeyê dibin jî, ji deh salî û jor ve ye. Dema zarok bi lîstikvanên mezin re perwerdeyê dibînin, moral û heskirina wan mezin dibe û baweriya cewherî pêş dikeve. “
`Zarokên şanoyê paşroja huner û sînemayê ne.`
Nivîskar Ebdulmecîd teqez kir ku bi vê dibistanê gelek gavên mezin hatin avêtin û axaftina xwe wiha domand: “Berê, qada şanoyê bi hesreta zarokekî lîstikvan bû. Di vî alî de me gelek astengî dîtin. Lê niha rewş hatiye guhertin. Niha zarokên dibistanê ji şanoyê re bûne xezîne û pêwîstiyên sînemayê jî pêşwazî dike. Herwiha bi riya desteya çandê, wê zarokên dibistanê bibin pêşkêşvanên televizyona ARA zarok jî. Ev ji raghilandina zarokan re jî bû piştgirî û wê pêşkêşvaniyê di mihêrcanan de bikin.”[1]
Mihrîcana şanoya zarokan…
Mihrîcana yekane ku ji bo şanoya zarokan hatbû lidarxistin, sala 2016`an bû. Li ser mihrîcanên zarokan, Ebdulmecîd Xelef eşkere kir ku wê her sal nêzî 150 zarokan perwerde bikin û wiha got: “Her ku perwerdeyek bi dawî bibe, wê zarok du şanoyan pêşkêş bikin. Herwiha her ku sê beş bi dawî bibin wê 4 şanoyan pêşkêş bikin û mihrîcaneke taybet ji bo zarokan bê lidarxistin. Di plana me de ye ku dibistana şanoyê li bajarê Dêrikê, Girkê Legê û Hesekê bigere û şanoyan pêşkêş bike. Eger derfet hebe emê biçin Reqa jî, bi her du zimanan (kurdî û erebî) şanoyan pêşkêş bikin.”
Projeyên paşrojê û şanoya kolanê…
Rêveberê Dibistana Şano ya Zarokan Ebdulmecîd Xelef bi van agahiyan axaftina xwe qedand: [1]“Dibistanê gavên girîng avêtin. Herwiha qadeke din ya hunera zarokan afirand û xurttkir. Lê em hewl didin hê pirtir gavan biavêjin. Wê her nifşek ji van perwerdeyan li ser qonaxan û di nava sê salan de dewam bike. Ji bo pêşkêşkirina şanoya zarokan li kolanan jî kar tê kirin û film û skêç jî wê bên amedekarin.”