Navê pirtûkê: Nivîsên Berîya Hilbijartinê[1]
Navê nivîskar: Rojda Alagyaz
Navê çapxaneyê: Weshanxana Kuvi
Sala çapê:2018
Digel hemû qedexe, tûndî û zehmetîyên cur bi cur kovara Çirûska Şoreşger dike ku 3 mehan
carekî derkeve. Lê mixabin carna ev navbera hinekî dirêjtir jî dibe. Û mixabin rojeva Kurdistanê
jî gelekî zû diguhere û her carî bûyereke xerabtir û girîngtir diqewime. Em vê hejmarê
de dikin ku derheqa gelek mijarên vê axirîyê de qewimîne fikr û ramanên xwe parve bikin.
Divê HDP Rast Bê Fêmkirin…
Di roja HDP hat avakirin pê ve ew hat sûcdarkirin, rexnekirin û bi aliyê hin kesan ve hîç nehat qebulkirin.
HDP ji bona ku ne Kurdistanî bû hate sûcdarkirin û rexnekirin. Hate gotin ku HDP felîta Kurdan ji doza
rizgariya Kurdan dûr xist û kire xizmeta demokratîkkirina dewleta Tirkan.[1]