Tel Ehmedî li ser rexê çepê ji çemê Ceqceq re ku yek ji çemên Xabûr e, dikeve. 36 km başûrî rojiblatê bajarê Qamişlo ve her wiha 48km bakurî rojhilaeî bajarê Hesekê ye. Girê Tel Ehmedî ji cihên girîngin di hezarsala dudyan b.z ji ber ku li ser riya bazirganiyê ya di navbera Mezopotamya, beraven Derya Spî û bajarên Xatî de bû. Her wiha ji bajarên sereke bû di Împeratoriya Hurî Mitanî de. Rûbera gir digihêje 56 hiktaran û ji deşta derdorê bi 40 m bilindtir e. Destpêka niştecihbûna li bajêr vedigere dawiya hezarsala 3 an b.z ku parçeyên xilîk û amûrêm kevirên Sewan cûr be cûr ên ku vedigerin vê qonaxê, hatin dîtin.
Teîdo di despêka hezarsala dudyan de b.z weke bajarekî biçûk; xuya kir. Lê bi rengekî ne çarwan ev bajar hat pêşketin di nîvê hezarsala dudyan de b.z. qewareya wê zêdebû ta ku rubera wê gihaşt asteke mezin û bû ji kantonên Hûrî-Mîtanî yê herî girîng di herêma Xabûr de piştre bû paytexta welat di dema şahê Şatuwara , di da wiya qonaxa dewleta Hûrî-Mitanî de. Piştre welatên Hûriyan bi giştî û di nav de Teîdo, ket bin desthilatdariya dewlta Asûrî ya navîn, di dema serwe riya şahê Asûrî Şelmenserê yekem. Her wiha di vê qonaxa Asûriyan a nû de tevî dema Hilnestî, persî, Sasanî û îslamî (Emewî, Ebasî, Eyûbî); niştecih bûn.[1]