Kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî li Rojava derdikeve bi hejmara xwe ya 14’an dîsa silavê dide xwenînerên Kurdî û Erebî.
Kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî li Rojava derdikeve bi hejmara xwe ya 14’an dîsa silavê dide xwenînerên Kurdî û Erebî.
Kovarê di vê hejmarê de di derbarê “Êzîdî û Êzdiyatiyî” yê de de dosyayek hazir kiriye. Wan bi vê dosyaya xwe xwestiye rasteqîniya Êzdiyatiyê raxînin ber çavan û her wiha pê re jî behsa ol û bawariyên wê bikin.
Di hejmara 14’an de berhemên bi dehan nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê, hene. Hin beşên kovarê ev in:
Analîzên hizrî, dosyaya hejmarê, lêkolîn, hevpeyivîn, nirxandina pirtûkan, werger, jin û çand, huner, çîrok, helbest, gotar û raporên wêjeyî.
Ev hejmara kovar Şermola ji 262 rûpelî pêk tê û bi Kurdî û Erebî hatiye çapkirin.[1]