Şexna- Şebt Enlîl (Girê Leylan)
Girê leylan (leylê) li parçeyê rojhilae herêma Xabûr dikeve, nêzî newala Cerah ya girava jorin Ev gir 28 km başûrî rojhilatî bajarê Qamişlo û 82 km bakurî rojhilatî bajarê Hesekê dikeve. Ev bajar bi gelek navan hatiye nas kirin. navê wê yê kevin Şexna bû wê çaxê paytexta welatê Abûm bû yê ku di arşîva Marî (Tel EL-Herir) û têblêtên mîxî de yên di Girê Leylên derpêçkirî bûn; hatibû gotin. Di sedsa la 19'an de b.z ev bajar hat dagerkirin ji aliyê Asûryan ve û navê wê bû Şebit Enlil ( nişîngeha Enlîlê xwedawend ). Piştî mirina şah Şemşî Aded navê wê yê berê (Şexna) jinůve lê vegeriya Girê leylên yek ji girên herî mezin yên şûnwari û yek ji gund û niştecihbûnên kevintirin in li Sûrî, şunwariyênyekemîn vedigere dawiya hezarsala şe şan b.z. her wiha Girê Leylên ji bajarên girîngtirîn li bakurê Mezopotamyayê di nava hezarsala dudwan û sisyan de b.z. ev sedema wê vedigere ku ev giraya li ser riyeke bazirganî ya ku herêmên bakurê beravin Derya Spî, Mezopotamyayê û Bajare Xati bi hev re girêdide; dikeve. Ev giraya ji du herêman ( du parçeyan ) pêk tê: herêma jorîn Akropolis ev herêmaya kevintirîn e û devera nizm a ku parçeyê jorîn radipêçe navê Lower Town e, bi giştî rûbera gir dighêje 90 hiktarî. Vî girî ji nîvê hezarsala sisyan b.z zêdebûnek ber biçav di qewara nişteçihbûnê de, dît. Ji ber vê yekê ew gundê biçûk dagerya qewara bajareki ta ku rûbera wê gihaşt 90 hiktarî. Di warê rêxistinbûna wê ya ramyari ( siysi )û aborî de pêşket û bû ji navendên girîng û stratijik di herêma Xabûr de û di vê demê de navê bajêr bûbû Şexna Di dawiya hezarsala sisyan b.z bajar di bin desthilatdariya Ekadan de bû piştre ket bin desthilatdariya Asûriyan. Di nîvê hezarsala dudyan de ji zayînê re Şexna bû parçeyek ji Imperatoriya Hûrî Mîtanî mîna hemû herêmên Xabûr a ku nuqteya rasteqîna wê ji wan herêman bû. Di gelek deverên cur bi cur de ji bajarê nizm a Gir gorên esilzadeyên Mitanî yên vedigerin vê serdemê; hatin dîtin. Her wiha xilik û dîzikên yên pireng û şûnwarî yên nûnertiya vê serdemê dikin.[1]