Romana nû ya Yildiz Çakar a bi navê “Hangar Fünf” (Deriyê Winda) çap bû.
Weşanxaneya Lîsê romana nû ya nivîskar û helbestkara Kurd Yildiz Çakar a bi navê “Hangar Fünf” (Deriyê Winda) çap kir.
Yildiz Çakar herî dawî romana xwe ya bi navê “Ev rê naçe bihuştê” nivîsandibû û piştî du salan bi romana xwe ya nû silavê dide xwînerên xwe.
Hangar Fünf/Derîyê Winda, çîroka kesên ji sê hawirdorên cîhanê ji ber şer û zilmê ji bêgavî ji warên xwe berê xwe didin ser heman rêyê...Hangar Fünf, cîhanê dike gundekî piçûk û ev kesên ji bêgavî terka warên xwe dikin, dibin kesine ji heman axê. Bi vî awayî hîn bêhtir a di dilên hev de fêm dikin, li dor heman hêvî û hestan dibin xelek.
Yildiz Çakar, di vê romana xwe de êdî meseleyê ji nav sînorên Kurdistanê derdixe û ber bi sînorine din ve dibe.[1]