Piştî mirov vî dîmenê baş dibîne mirov dibêje, “De bila dikên şanoya Kurdî tarî û qedexe bikin! Lê haya wan ji stêrkên sibê yên geş tine ye, ew heta ku zeraqên tavê davêjin jî diçirisin û li ber xwe didin.”[1]
Di van rojên dawiyê de gelek konserên hunermendên Kurd hatin betalkirin û her wiha lîstikên şanoyê jî ji ber ku bi Kurdî bûn hatin qedexe kirin. Ev yek êdî me ecêbmayî nahêle, ji ber ku em hînbûyî ne. Ev helwêsta dewletê ya li hemberî zimanê Kurdî di her merheleyê de hebû û îro jî bi her awayî dixwazin li hemberî zimanê Kurdî bibin asteng û nehêlin Kurdî li ser dikê were bihîstin. Ji ber ku zordar dizane, “dik” girîng e û xelk gotinên xwe li ser wê dikê dikin û her wiha hunerên xwe jî li wir nîşan didin. Ji lewma, di her fersendê de dixwaze “dik”an qedexe bike û nehêle Kurdî li ser dikan were bihîstin. Lê weke salên berê di van rojan de jî zimanê Kurdî ji xwe re terkên ku tê de biherike, dibîne û xwe digihîne hezkiriyên xwe. Vê yekê jî herî baş bi riya şanoyê dike. Li gel bêderfetî, astengî û êrişan jî stêrka şanoya Kurdî tim geş e. Ew tim dibiriqe li ber çavên temaşevanên xwe û nahêle ronahiyên dikê tarî bibin.
Doh na pêr êvarê, lîstika bi navê “Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû” ya Şanoya Mencel ku li Wanê hatiye damezirandin û lîstikên Kurdî çêdike, li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê bû. Lîstik a Claude Magnier e. Derhêneriya lîstikê jî Nazmî Karaman dike. Ku hûn ji min bipirsin, derhêneriyeke baş jî kiriye camêr. Her wiha cilûberg, kostûm û dekorên lîstikê jî serketî bûn. Bi saya vê lîstikê, hêviyeke din di dilê me de geş dibe û li hêla Serhedê, Şanoya Mencel stêrkeke din geş dike di şevên tarî yên Şanoya Kurdî de. Naveroka lîstikê her çiqas xurt nîn be jî bi performansa lîstikvanan dibe lîstikeke baş û em li serpêhatiyên Bernart Barnier ku fabrîkatorek e, temaşe dikin. Lîstik li ser xapandinê ava bûye û her kes ji hêlekê ve dixwaze yên din bixapîne. Dek û dolabên di lîstikê de bi awayekî îronîk hatine vegotin û zîndûbûna lîstikê qet kêm nabe. Bûyer li ser bûyerê diqewime û heta dawiya lîstikê dawiya bûyeran nayê. Ev hêla lîstikê, listîkê dide temaşekirin û nahêle ku temaşevan aciz bibin li ser kursiyên xwe.
Ji bo şanoya Kurdî wergerên baş divên
Lîstikeke têra xwe xweş û zindî bû. Lîstikvanên lîstikê jî serketî bûn û diyar bû ji bo lîstikê derxin ser dikê, gelekî xwe westandibûn. Lîstikeke biyanî bû lê wergereka baş hebû û gelek qalib û peyvên Kurmancî yên xweş me bihîstin li ser dikê. Ji ber wergerê û helbet performansa lîstikvanan me heta dawiyê lê temaşe kir û ez qet aciz nebûm. Berovajî vê yekê, têra xwe keniyam û li mijara lîstikê hizirîm. Dixwazim li vir behsa wergerê bikim, carinan hin wergerên biyanî yên lîstikan çêdibin mirov ti tiştî ji wan fêhm nake. Heger lîstikvan jî xerab bin vêca ji binî mirov tiştekî jê fêhm nake. Lê bi saya Dilawer Zeraq ku wergêrê vê lîstikê ye, min tehmeke Kurmancî ji lîstikê girt û pirr kêfa min jê re hat. Li gorî min ev mijareke girîng e jî bo şanoya Kurdî û divê tim wergerên baş yên ku karibin tehmeke Kurdî bi temaşvanan re çêkin û hin qalibên Kurdî di hişê wan de bi cih bikin, werin kirin. Ji lewma, carê ji ber hin wergerên ne baş mirov ne dikare ji lîstikê û ne jî ji gotinên lîstikvanan fêhm bike. Di vê lîstikê de hem werger baş bû hem jî lîstikvan bi Kurmancî dipeyivin û mirov baş ji wan fêhm dikir bê ka çi dibêjin. Ji lewma ev hêviyekê bi mirov re çêdike û mirov dixwaze tim vê stêrka geş a şanoya Kurdî bişopîne û lê temaşe bike.
Stêrkên sibê yên geş
Di van lîstikên vê dawiyê de tişta herî zêde bala min dikêşe û divê mirov bîne ziman, bêguman tijebûna salonê ye. Di her seansê de salon hema bêje bi dev ve tije ye. Yanî xwedîderketineke bêhempa heye û temaşvenên şanoya Kurdî ji berê zêdetir û baldartir bûne. Ev rewş kêfa mirov tîne û bêhna mirov fireh dike. Piştî mirov vî dîmenê baş dibîne, mirov dibêje, “De bila dikên şanoya Kurdî tarî û qedexe bikin! Lê haya wan ji stêrkên sibê yên geş tine ye, ew heta ku zeraqên tavê biavêjin jî diçirisin û li ber xwe didin.” Şanoya Kurdî îro li ser dikê ji her demê bêhtir li ber xwe dide, derdikeve tûrneyan, li çar parçeyên Kurdistanê û her wiha li dîasporayê salonan tije dikin û balê dibin ser zimanê Kurdî.
Her wiha lîstikên Kurdî di nav Kurdan de têkiliyeke baş jî ava dikin û dike ku civak dînamîktir be. Di hêla huner de îro şanoya Kurdî civaka Kurd têr dike û qedir dide zimanê Kurdî.
‘Pirsgirêk mêjiyê wan e’
Piştî lîstik bi dawî bû aktrîst Perînaz Delazy ku di heman demê de lîstikvaneke baş a “Hinek Henek” e jî li ser dikê astengî û qedexeyên lîstikên Kurdî bi bîr xistin û got; “Heta dikarin bila ew ji ber hincetên teknîkî lîstikên Kurdî betal bikin û xwe bixapînin! Lê va ye, em li ser dikê ne û bersiva qedexeyên wan didin. Em baş dizanin ku pirsigirêk ne teknîk lê mêjiyê wan e.”