Filmê derhênerê Kurd Mano Xelîl, di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya filmên Aftika, Asia û amerika latînî li bajarê Milano ku ev ro bi dawî hat sê xelatên taybet wergirtn.
Film di beşê Sînema Ciwanan de ji bo pêşberkê hatibu hibijartin û ji aliyê kosmîsîonek Jurî weke baştirîn Film ê pêşberkê xelat wergirt, û xelata baştirîn film bo temaşevanan û xelata juriya mamusteyên Mîlano jî wergirt.
Fîlma “Cîran” çîroka zarokekî kurd ê şeş sali ye, ku li gundekî kurdan li ser sînorê „Tirkiye û Sûriyê“, û malbata wî û c^ranên wan e. Bi hatina mamosteyekî Baasî ê faşîst ku hewl bide wan esîmile bike, nifir dijminayetiyê dixe nav wan de, bi rengekî trajîdî û bi neqşek îronî zulma faşîstên Baas li dijî miletê Kurd û dîktatorya rêjîma Sûriyê tîne ziman.
Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Mîlano bo filmên Aftika, Asia û amerika latînî ji 29.Nîsanê heta 8 gulanê berdewam kir.
Filmê Cîran, yekemîn fîlme ku leystikvanên ereb, kurd û yên beyanî li kêleka hev beşdarî filmekî li ser Kurdan dibin û bi hemû mirovahiyê re qala çîrokeke kurdî dikin û trajîdiya Kurdan û perçekirina Kurdistan dikin. Leystikvanên ereb weke Jîhad Abdo, Mazin Alnatour, Jalal Altawîl, Nasîma Aldahêr û yên kurd û beyanî weke Zîrek, Ismail Zagros, Heval Naif, Tuna Dwek, Ivan Anderson û bi leystikvaniya zarokê kurd Sehed Khalil hatiye amadekirin. Tê zanîn ku filmê “Cîran” heta niha bi der dora pîst xelatên navdewletî bi dest xistine, berî çend rojan xelata ba Aftika, Asia û amerika latînîtrîn film û ba Aftika, Asia û amerika latînîtrîn leystekvan bo Serhed Khalil ji aliyê Festîvala filmên erebî li Hollywodê hatibu xelatkirin.
Film wê roja 29.9.2022 derbasî sînemayên Elmaniya bibe, di zivistana 2022 de wê li Emrika, Kanada und gelek cihên din derbasî sînema bibe.[1]