Şahiya Helbest û Çîrokê ya Huseyîn ku ji sala 1993’an û vir ve her sal weke kevneşopiyekê tê lidarxistin, bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendevanên Kurdistan (YXK) û Jinên Xwendevanên Kurdistan (JXK) tê lidarxistin.
Ji bo şahiyê komîte amadekariyê agahdariyek da.
Di agahdariyê de wiha hate gotin; “Weke komîteya amadekar em bang li hemû kesan dikin ku bi berhemên xwe yên wêjeyî bi awayek çalak tevlî şahiya Huseyîn Çelebî bibin. Ji bo pêşkeşkirina bernameya wêjeyî û hunerî ya herî dewlemend bila hemû kes tevlî bibe. Şahiya îsal wê ji du beşan pêk were; Helbest û kurteçîrok. Berhemên wêjeyî bi Kurdî, Tirkî û Elmanî dikare bên nivîsandin.[1]
Berhemên hatî nivîsandin bi rêya maîl û posteyê ji van navnîşanan re bên şandin:
Senefelderstraße 49, 70176 Stuttgart
Dîroka radestkirina berheman ji 18’Hezîranê heta 14’ê Tebaxa 2022’an wê bidome.
Wê cîh û dîroka şahiyê di hefteyên pêş de bên diyarkirin.”