Navê pirtûkê: Cembelî, Kurê Mirê Hekaryan
Navê nivîskar: Îhsan Cûlemêrgî
Cihê çapkirina pirtûkê: Spånga, Sweden
Navê çapxaneyê: Apec-Tryck
Sala çapê: 1995
[1]
CEMBELÎ
Kurê Mirê Hekaryan
(çapa yekem)
Serpêhatiya Cembelî, Kurê Mîrê Hekaryan û Binevşa Narînê, di folklora kurdî ya devkî de bi sedan sal e ku dom dike û tê. Cembelî, wekê ji navê serpêhatiyê jî tê zanîn, kurê Mîrê Hekaryan e. Binevş jî keça mezinê eşîreteke koçer a zozanên wan li navçên Hekaryan e. Binevş, ji aliyê pismamê xwe Ehmed ve tê xwestin, lê ev zewac ne bi dilê babê Binevşê ye. Berpê û girêyan diavêje ber Ehmed. Şertên . pêkanîna wan zehmet û riya çûn û nehatinê dide ber. Lê Ehmed, xweşmêr û mêrxasê eşîrete ye. Xwe ji van daxwazan nade paş.
Cembelî, kurê Mîrê Hekaryan, di salên xwe yên zewacê de ye. Heval û hogirên wî pesnê sipehîtî û bedewiya keça koçer Binevşa Narînê digihînê. Mesele bi riya diya wî û hinek mezinên eşîretê ve ji Mîr re tê gotin. Mîr, keça koçerekî hemkûfê kurê xwe u mîrîtiya xwe nabîne . Lê evînî bi ser mîrîtiyê dikeve... Bi vî awayî serpêhatî didome û diçe.