Roza Metîna di sala 1985’an de li Gundê Fitnê yê Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û ya amadehiyê li Dêrikê qedand. Li Zanîngeha Stenbolê û Dîcleyê ya Amedê Beşa Gihaştina Zarokan qedand. Li Zarok Tv’yê Bernameya Fêrgeh, li Stêrk Tv’yê Bernameya Nûjen pêşkêş kir. Her wiha li ser ekranên JIN Tv’yê Bernameya Teşiya Wêjeya pêşkêş kir. Niha jî li ser ekranên JIN TV’yê bernameya Nîvend pêşkêş dike. Di 2016’an de bi çîroka xwe ya bi navê ‘Keziyên Ji Bêhna Şitlên Rihanê’ (Keziyên Ji Bêhna Rihanên Keskeyî) Xelata Festîvala Sêyemîn a Kurteçîrokên li Rojavayê Kurdistanê girt. Di 2017’an de di 25'emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî de di beşa çîrokên Kurdî de bi çîroka xwe ya ‘Têkoşîna Tîpên Qedexe’ xelata yekemîn girt. Di 2018’an de di 4’emîn Pêşbirka Çîrok, Helbest û Wênegiriyê ya Denîz Firat de di beşa çîrokên Kurdî de bi çîroka xwe ya ‘Mizgînxêrên Derbiharan’ xelata yekemîn girt. Di 2019’an de di 8’emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt de di beşa çîrokên Kurdî de bi çîroka xwe ya ‘Gulîyên Ji Bêhna Şemamokan’ xelata yekemîn girt. Di sala 2020'î de di Pêşbirka Çîrok, Helbest û Wênegiriyê ya Denîz Firat de di beşa çîrok û helbestê de jurîtî kir. Di 2023’yan de di Komîteya Nirxandinê ya Pêşbirka Beşa Kurdî ya ji bo 8’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê ya li Rojavayê Kurdistanê de cihê xwe girt. Di rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê û PENa Kurd de cihê xwe digire. Her wiha Berdevkiya Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê dike. Di heman demê de yek ji damezrînera Koma Helbestê ya Amedê ye. Niha li Amedê li Ajansa Jinê ya Nûçeyan a JINNEWS’ê dixebite.
=KTML_Bold=Berhemên Wê:=KTML_End=
1- Bilindahiyên Xwedanwend (Helbest)- J&J- 2014
2- Hêviyên Dilazad (Helbest) - J&J- 2015
3- Sêgoşe û Çargoşe (Çîroka Zarokan)-Weşanxaneya Hîva
4- Tilîya Qereqûçkê (Helbest) - J&J- 2019
[1]