Navê pirtûkê: Siyabend û Xecê
Navê nivîskar: Zeynelabidîn Zinar
Cihê çapkirina pirtûkê: Stockholm
Navê çapxaneyê: Pencînar
Sala çapê: 1992
[1]
Siyabendooo, looo: lo lo Siyabendo
Wez ê bi serê Sîpanê Xelatê
Bi Xanê Leterê .
Bi raserî Behra Wanê ketim
Lo lo Siyabendo
Xwezî vê êvarê min tu nedîta di wî haliîî, lo.
Lo lo Siyabendo
Feleka malikxerab derewîn e
Li serê tu kesî nadomîne
Û mi go: qey çend sala wê Siyabendê Silîvî
siwarê Deybilqiran
nêçîrvanê Soxandaxiyê
ji mi ra biba malxwe, w'ez ê ji ter bibama bermalî,
Wez iiim, lo
Weyla li min cîrana gur û hirça!.