Laleş Qaso (jdb. 1957 li Mêrdînê) nivîskarek kurd e. Ew ji Bakurê Kurdistanê, ji Mêrdînê ye lê niha li Swêdê bi cih bûye.
Jiyan û kar:
Laleş Qaso ji ber nerînên xwe yên siyasî nêzî 10 salan di zindanên Tirkiyeyê ve maye û ketiye ber şkenceyên giran.
L. Qaso ji salên 1990ê ve li Swêdê dimîne û romanan, nivîsaran û helbestan dinivîse.
Berhemên L. Qaso bi gelemperî satîrîk in û rexneyên tûj in hem li dewleta Tirkiyeyê û hem jî li PKKê.
Ta niha şeş pirtûkên Laleş Qaso derketine. Çar jê roman in û yek jî dîwana helbestan e. Sê romanên wî - Sê şev û sê roj, Xezeba Azadiyê û Wêran - mîna trîlogiyê berdewamiyên hev in lê dikarin serbixwe jî bên xwendin. Pirtûka wî ya dawiyê, Ronakbîr, romanek kurt e.
[1]
Berhemên Laleş Qaso li hin zimanên biyanî jî hatine wergerrandin, wek erebî û swêdî.
Berhem:
1.Daran pel dan, helbest, Stockholm, Weşanên Pelda
2.Sê şev û sê roj, roman, Stockholm, Nûdem, 1999, 328 r. - ISBN 91-88592-43-X
Z3.indanên Diyarberirê û şoreşgeriya me, Stockholm, Pelda, 1999, 363 r.
4.Xezeba azadiyê, roman, Stockholm, Weşanên Pelda, 2000, 312 r. ISBN 91-972275-4-4
5.Wêran, roman, Stockholm, Pelda, 2002. - 303 r. ISBN 9197227560