Mûrad Ciwan Nivîskar û Siyasetmedarê Kurd e.
Ciwan li sala 1956ê li Amedê hatiye dinyayê. Heta dawîya Xwandingeha Mamostetîyê li Amedê xwandiye, lê destûrnameya xwe ya dersgotinê ji Xwandingeha Mamostetîyê ya Akşehirê - Konyayê wergirtiye. Salekê li Amedê dersên Zimanê Îngilîzî û salekê jî li Zanîngeha Stenbolê dad xwandiye, lê ji ber xebata xwe ya siyasî xwandina xwe temam nekir. Piştî Darbeya 12'ê îlonê ya sala 1980ê ya Tirkiyeyê, li Nîsana 1980ê, derket derveyî welêt û li Swêdê bicî bû. Heta dawîya sala 1992ê di xebata şoreşgerîya Kurdewarî de çalak bû. Demekê sekreterê giştî yê Partiya Pêşeng a Karkerên Kurdistanê anko PPKK bû. Li sala 1992ê ji xebata siyasî ya çalak vekişiya û xwe da karûbarê lêkolîn û nivîsînê.
Ji 1981ê heta Tîrmeha 1997ê berpirsiyarîya redaksiyona rojnameya Armancê kiriye. Gelek nivîsarên wî yên bi Tirkî û Kurdî li ser pirsgirêkên siyasî, li ser Ziman, dîrok û wêjeya kurdî di kovar û rojnameyên cûrbicûr de hatine weşandin.
Ew bi Mukkades Çılgın re zewicî ye û bi navê Rûken, Nûşîn, Rûgeş û Ariya çar zarokên wan hene.
Berhem:
1.Türkçe Açıklamalı Kürtçe Dilbilgisi - Kurmanc Lehçesi (Rêzimana Kurdî bi Şîrovekirina bi Tirkî-Lehceya Kurmancî)
2.Ahmedê Xanî - Jîyan, Berhem û Bîr û Baweriyên Wî.
[1]