Xemsariya dîrokê li hember qurbaniyên xwe… (Fate Reş) wek mînak.
Bi dirêjiya dîrokê li tevahiya navçeyên Kurdistanê, me bi hezaran caran nav û medhên cor bi cor ê jinên wêrek û serkirdeyên aza bihîstiye. Jina dahêner, cengawera wiha ku di hemû êş û zehmetiyên milletê xwe de mil bi mil û hinek caran jî zêdetir ji mêran erk û berpirsyariyên xwe hilgirtine û tevî daykayetî û birêvebirina malbatê, erkê avedankirin û avakirin û serkirdatiya mezin li stu girtine. Ji nivîsîn, wêje û çalakiyên rewşenbîrî heta digihe şer û…, tilîmora wan xuya bûye, lê belê mixabin piraniya wan veşartî mane, yan bi awayekê ji awayan kar ji bo nehiştina wan û windakirina wan hatiye kirin.
Çendîn navên xuya yên jinên Kurd hene ku nifşek bi şanazî ve ji bo nifşê piştî xwe vedigêre. Kê ji me çîroka Xanzad a Mîra Soranê, Adîle Xanim, Hepsexana Neqîb û çendîn jinên din ên pêşeng nebihîştiye? Eger em bi hûrî li hemû wan çavkaniyên gerîdeyên biyanî binihêrin ku li ser rewşa siyasî, doz û dîroka Kurd nivîsandine û serdana Kurdistanê kirine, bi zelalî em vê dibînin ku bi çi awayî jina Kurd bala wan kişandiye û bi sedan çavkaniyên giring û xuya hene ku amaje bi netirsî û wêrekî û serkirdatiya jina Kurd dikin ku tevî hebûna wan hemû milmilanî û astengên siyasî, çandî û olî ku li pêşiya jinan hebûye, lê belê ti yek ji wana nebûne rêgir ku navên wan jinan ji bo heta hetayê di dîrokê de bi nemirî bimînin. Li vir em behsa çend mînakan ji wan jinan dikin:
Dewlet Xanima Loristanî:
Dewlet Xanim hevjîna Izeddîn Mihemed Loristanî bûye. Piştî koça dawî ya hevjînê xwe di sala 716 koçî de desthilata navçeyê girtiye destê xwe û bo demekê serkirdatiya welat kiriye û piştre ji ber dijatîkirina wê ji aliyê çend hoz û tayifeyên navçeyê ve, hatiye neçarkirin ku berpirsyariya xwe radestî birayê xwe yê bi navê Izeddîn Husên bike.
Heyran Xanim:
Heyran keça Kerîm Xanê Dibinlî ye. Li bajarê Nexciwanê li Qefqazê ji dayik bûye û yek ji xanimên rewşenbîr û helbestvaneka Kurd bûye ku helbestên xwe bi zimanê Farsî nivîsandine, mînakek ji helebsteke Heyran Xanimê;
Sirî Xanim:
Sala 1814a zayînî û 1930ê koçî, li Amedê ji dayik bûye û yek ji helbestvanên jin ên navdar ên Kurd bûye ku helbestên xwe bi herdu zimanên Farsî û Tirkî nivîsandine.
Şaxatûn:
Jineke wêrek û serkirdeyeka xwedan şiyan bûye li Bedlîsê ku piştî koça hevjînê xwe (Şemsedîn Hakimê Bedlîsê) desthilata navçeyê girtiye dest. Wek di Şerfnameyê de hatiye, Şaxatûnê roleke erênî û gelek giring di birêvebirina karên dewletê de hebûye, heta wê dema ku kurê wê Emîr Îbrahîm mezin dibe û desthilatên xwe radestî wî dike. [1]