Navê pirtûkê: Serpêhatiyên Zana
Navê nivîskar: MELE XALİTÊ LICÎ
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2011
[1]
Serpêhatiyên Zana, hin çîrokên bi qafiye
Di sala hezar û nehsed
Digel pêncî û çara
Payîz hat erd bû cemed
Tu kes nema li wara
Herêma navî Serhed
Çiyayên rût ji daran
Mirov nemîne bê ked
Li wir namîne caran
Pîr û ciwan tev gedan
Bêgav li wir dikin jîn
Tev xidamê heywanan
Qîz û bûk û mêr û jin.