Werin vê carê em li Kizwanan, li nav çiyayê Ebdilezîzê bigerin. werin em bi hev re bibin mêvanê çiyayê Kizwanan. Warin em bi hev re warê berxwedan û lehengiyê nas bikin.
Li gorî lêkolînên erdnîgariyê dirêjahiya çiyayê kezwanan derdora 85 k.m û berfirehiya wê derdora 15 kîlo metreyan e. Her wiha rûbera wê jî derdora 84050 hiktar e. Bi bilindbûneke di navbera 350-920’an de metreyan ji asta deryayê bilind dibe.
Ev herêma di derbarê tarîxê de ji ber rewşa av û hewayê her wiha çêrandina bê ser û ber û birandina daran rastî rewşeke xerab hatiye. Lê tevî wê jî li ser çiya û derora wê heta niha gelek cureyên daran weke; herjîr, za’rûr, serû û dara kajê hene. Lê dara herî bi nav û deng ku lê peyda dibe û çiya jî li ser navê wê hatiye naskirin û binavkirin, dara kezwanê ye. Li rex wê jî gelek cureyên din yên şînkahî û golan hene. Weke; beybûn, ze’tera berî, ne’nea berî û hwd ku di demsala biharê dîmenekî pir balkêş û bi taployeke heftregî benja xweza û çiyayê, gelekî xweşik dike. Her wiha ev yek dibe sedema çêrandinê ji ajalan re.
Li vê herêma çiyayî û rex ajalên kedîkirî gelek ajalên bejahî yên weke xezal, kîvroşk, gur, rovî û keftar jî hebûn. Her wiha balindeyên berî jî yên weke; kew, kevok, kun, başûke û hwd hebûn. Hinek ji wan koç bûne, hinekê din jî tevî zehmetiyê av û hewayê hîn li vê herêma çiyayî dijîn û li ber tunebûnê ne.
Li ser çiya newalên ku bi riya baranê çêbûne hebne, her wiha gelek kanî û bîrên avê yên ku heta niha şûna wan heye peyda dibin.
Gelek lêkolînên li ser çiyayê kezwanê û hawirdora wê destnîşan dikin ku ji serdema kevirî ya kevin ve jiyan lê hebûye, ew jî bi riya lêkolîn û kolandinên şûnwarî ku li herêmê gelek alavên ji kevir êm serdema kevirî ya kevin di encamp de hatin vedîtin. Derbarê vê yekê de jî gelek lêkolîn hatine belav kirin. [1]
Çavkanî:
- Ji rûpela Çandname,
- Ji gotareke rojnameya ronahî