Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe ku li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê şehîd bûbû, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe ku li bajarokê Şedadê 4ê Tîrmehê şehîd bûbû, eşkere kir.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Mihemed El-Ewad
Navê bav: Ebdurezaq
Navê dayikê: Seide
Cih û dîroka tevlêbûnê: Şedadê 26-3-2019
Cih û dîroka şehadetê: Şedadê 4-7-2022[1]