Çîroknûsên Li Ser Rya Trênê Kürtçe
Oğuz Atay
iletişim-istanbul
1976
Em sê çîroknûs bûn li bajarokekî welêt li dûrî
bajarên mezin, bajarokekî li serê çiyayekî, li
îstegeheke trênê dixebitîn. Sê xanîkên me hebûn di
rex hev de bi kêleka îstegehê vê. Ez, Cihûyê ciwan û
jineke ciwan. Me bi gerokî çîrokfiroşî dikir. Tu xêr û
bereketa kare me nîn bû, ji ber ku trên pir hindik
dihatin vira. Her weha gava ku tenê trênê posteyê
dihatin me tu karê hêjaye gotinê nedikir. Di trênên
danê êvarê dihatin de bi tenê nan, sicûk, dew û sêv
dihatin firotin. Di wê saetê de em çîroknûs gelek
caran radiketin. Bi vî hawî me ji bo şevê bêhna awe
berdida, ji ber ku hemû hêviya me trêna ekspresê
bû ya ku piştî nîvê şevê derbas dibû. Ew firolkarên
gerok ên din jî gelek caran wê saetê hişyar nedibûn
nedihatin. Em jî (çîrokfiroş) carînan di xew de
diman, nedigihîştin trênê. Hekena nava me û şefê
îstegehê jî xweş bû; lê belê bê ka çima axleb sersarî
dikir û em şîyar nedikirin vî tekane memûrê
2
îstegehê. Ji alîyekî ve me lê nedigirt; meqes wî
diguherandin, karê telgrafê wî dikir, hemû nîşan wî
saz dikirin, bilêtfiroşî, vekirin û girtina derîyan, …
hemû kar di stûyê mirovekî de bû. Ji bo em xwe pê
xweş bikin gelek caran me çîrok belaş didanê; dîsa jî
carînan ji bîr dikir ku me şîyar bike. Axleb diviyabû
em ji ber xwe şîyar bibin. Heke mirov bîne bîra xwe
ku tevahîya rojê jî me çîrok dinivîsîn, wê ayan bûya
ku ev ne karekî hêsan bû. Erê, danê êvarê em
radiketin; lê exleb berêvarkî ilham dihat û heta
derengî şevê jî em ji dest nedifilitîn şefê îstegehê
henekê xwe bi vê gotine “em ji dest nedifilitîn”
dikir; di wan kêlîkan de, me nedianî bîra xwe ku yekî
bi tenê ye, nikare bi hemû karan re bidigîhêje, me bi
tûndî ew rexne dikir. Ma xîret nedikir gava eksprês
tê heta bi xanîkên me yên bi odeya şeftîyê ve
bihata. Ji alîyekî ve em xebatkarê heman kargehê
dihatin hesêbê. Tev bi ser de hindek şevan, şîv
nedihat bîra me, me çîrokên ku bi desta nivîsandin
bi daqtîloya li oda şefê îstegehê careke din
dinivîsandin û sererast dikirin. Ji ber ku pêşî min bi
dest çîroknûsîyê kiribû hevalên min dora pêşî ya
nivîsandina bi daqtîloyê didane min. Lê min gelek
caran dora xwe dida Cihûyê ciwan. Min pir ji vî
Cihûyê ciwanî zeîfî bîmarî hez dikir.[1]