NAV Û PAŞNAV: Adil Ehmed
NAVÊ BAV: Ehmed
NAVÊ DÊ: Fatme
CIH Û DÎROKA JI DAYIKBÛNÊ: 1989 Bilik – Kobanê
DîROKA TEVLÊBÛNÊ: 2012
CIH Û DÎROKA ŞEHADETÊ: 01.07.2015 - Sirîn
Şehîd Adil kesekî zewicî bû û piştî şehadetê kurekî wî bû, navê kurê wî jî Adil hate lêkirin. Şehîd Adil di malê de yê herî mezin bû, di malbata Şehîd Adil de 7 bira û xwîşkekê ne, ji wan bira dudu yên ji Şehîd Adil biçûktir Şehîd ketine. Adil di nava heval û dostên xwe de dihate hezkirin, ji miletê xwe pir hez dikir, bi gund û bajarê xwe de girêdayî bû. Herwiha di nava hevalên xwe de dihate qebol kirin, ji ber pir dil nizim bû û bi hevalên xwe re dibû alîkar. Di heman demê de di kesayeta Şehîd Adil de mijarên welatparêzê û Kurdiyetê jî xwe dida pêş. Destpêka ku li Rojava YPG,ê ava bû, Şehîd Adil jî cihê xwe di nava hêza parastina Gel (YPG) de girt. Di gunde yê herî çalak ku di nava eskerî de cihê xwe digirt û kes birêxistin dikirin Şehîd Adil bû. Hertim dixwest xort û keçên kurd beşdarî nava hêza parastina gelê Kurd bibin. Ji ber ku Şehîd Adil jî heqîqet di welatê xwe de naskir. Bi roj û bi şev di nava xebata Şoreşê de hereket dikir û dixwest hertim xizmete welatê xwe bike. Li hemû cepeyên Kobanê geriya ye û şer kiriye, herwiha derbasî Girê sipî jî bûye. Şehîd Adil qet ji nava tekoşîna azadê derneket û hertim bi hevalên xwe re di nava şerê li dijî DAÎŞ,ê de bû. Di hemleya gundewarên Kobanê û Sirînê de jî Şehîd Adil cihê xwe girt. Di sala 2015 an de di şerê rizgarkirina Sirînê de Şehîd Adil gihişt asta şehadetê.
Bi vî rengî Şehîd Adil ji bo tekoşîna azadiya welat û ji bo ku gelê xwe ji nava dagirkeriya dewletan rizgar bike heya nuqta xwîna xwe ya dawê jî şer kir û cane xwe jî ji bo vê rêya azadê da.[1]