Dîwana nû ya şa’ir Berken Bereh ‘’Ji Dûriyê re’’ çap û belav bû.
Weşanxaneya Avestayê dîwana bi navê Ji Dûriyê re ya nivîskar Berken Bereh çap û belav kiriye.
çavên te ji rengê şana hingivêa
êxsîrê bav û birayên xwe…
taveheyv bo kê payîz e?
li vir
bilûr û xwîn; kevan
rojavayê batil û zerdeşt
hespê min amade ye bo şevê
ji xunava spêdeyê re
birîna ji qelîşteka wê wer bûyîm
ya ku ji min diherike bi keskayî
hişê dara berûyê
xwîna li destmala min
ji nişka ve ta min digire
bi bêdengî û bo maweyeke dirêj
di xeyala min de
bilûrek darekê
ji qurm radike
Berken Bereh kî ye?
Di sala 1954aan de li bajarê Şirnexê yê Botanê ji dayîk bûye. Enstîtuya Perwerdehîyê ya Boluyê kuta kirîye. Yekem car helbestên wî di kovara Tîrêjê de (yekemîn kovara bi kurdî ye li bakur) hatine belavkirin. Heta niha helbest û nivîsarên wî di gelek kovar û rojnameyên bi kurdî de belav bûne, her wekî Nûbûn, Nûdem, Jiyana Rewşen, Nûbihar û ê.d. Di sala 1998-1999an de di pêşbirkên helbestê yên ji alîyê Komeleya Malbatên Girtî û Hukimxwarîyan û ji alîyê kovara wêjeyê Jiyana Rewşenê ve amade kirî de bi xelatên yekem û duyem ve hatiye xelatkirin. Di sala 1999an de bi navê Kulîna Kulîlkan kovareke înternetê amade kir, ev kovar çar hejmar derket. Ev yekem kovara înternetê li Bakur bû. Heman salê, di rojnameya Fıratta Yaşamê de dest bi nivîsîna stûnên bi kurdî kir. Bereh di sala 2013an de bi maweya salekê di rojnameya Evrenselê de li ser wêjeyê stûn nivîsîn. Helbestên wî di weşanên vedor ên curecur de bo zimanên tirkî, erebî, farisî û fransizî hatin wergerandin. Li Zankoya Bilgiyê û li Zankoya Hakkariyê û li çendîn komeleyên medenî beşdarî konferans, panel û semîneran bû, belavok pêşkêş kirin. Hê jî di kovar û rojnameyên bi kurdî de nivîskarîya xwe didomîne.
Berhemên wî:
Helbest:
Êş, Weşanên Sî, 2001
Şagirtên Evînê, Weşanên Sî, 2003
Pandomîm, Weşanên Belkî, 2006
Şîna Helbestê, Weşanên Doz, 2008
Dilê Min Palgeh e Ji Işqê Re,digel ên berê, Şerbeta Ji Êgir û Haîkû, hemû berhem, Weşanên Lîs, 2011
Ji Dûriyê Re, Weşanxaneya Lîs, 2013
Xewna Dawî, Weşanxaneya Lîs, 2016 [1]