Şîrketa qanûnî ya Amerîkî analîza xwe ya derbarê pirsgirêkên neftê yên Wezareta Nefta Iraqê û kompaniyên neftê yên li Herêma Kurdistanê de belav kir û Iraq bêhêvî kir.
Li gor daxuyaniya kompaniya Amerîkî (Gipson Dan) ya pispor di warê yasaya navdewletî de li ser pirsgirêkên di navbera Wezareta Nefta Iraqê û kompaniyên nefte yên Herêma Kurdistanê de, li gor madeyên destûra Iraqê û yasaya neft û gazê. Ev dozek bihêz e ku dikare li dijî hikûmeta federal a Iraqî were vekirin.
Şirketê gotiye: “Iraq dê rûbirûyê pirsgirêkeke qanûnî ya mezin bibe û dê neçar bimîne ku bi dehan milyar dolar tazmînat bide.’’
Şîrketa Amerîkî ragihand ku Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê ye û Iraq pabendî yasayên navdewletî ye, bi taybetî ji ber ku Wezareta Nefta Iraqê gefan li jîngeha karkirina kompaniyên nefta li Herêma Kurdistanê dixwe.
Li gorî daxuyaniyê, pêngavên Wezareta Neftê ya Iraqê berevajî yasayên navdewletî û biryarên Rêxistina Kongreya Îslamî ne ku Iraq jî endamê wê ye. Tekez kir ku divê hikûmeta Iraqê mafên sermayedarên biyanî garantî bike.
Piştî ku Dadgeha Federalî ya Iraqê (nedestûrî) biryareke siyasî li dijî pirsa neftê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, Wezareta Nefta Iraqê di bin bandora siyasî de ye, li ser astên cuda hewl dide pirsgirêkan ji bo pirsa neftê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çêbike. Wezareta Çavkaniyên SIruştî, van zextan nekariye pêşiya hilberîna ji kêlgehên neftê bigire.[1]