Tarık Ziya EkinciTarık Ziya Ekinci (jdb.
1926 Licê, Amed) siyasetmedar, parêzvanê mafê mirovan û nivîskarekî Kurd e.
Li Stembolê perwerdeya bijîşkiyê dîtiye û pisporê nexweşiyên hundirîn e. Di ciwaniya xwe de tevlî têkoşîna mafên Kurdan dibe û di nava baskên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (bi turkî: TİP - Türkiye İşçi Partisi) de têdikoşe û heya sekreteriya giştî yê vê partiyê payebilind dibe.
Ji 1965an heya 1969an parlamenteriya Amedê dike. Di cûntaya leşkerî ya 60î de bi qasî 3 sal ji ber ramanên xwe tê zîndanîkirin. Dîsa di cûntaya leşkerî ya 80î de jî gelek caran tê girtin û êşkencekirin. Di sala 1982an de direve Ewropayê û heya 1985an li Parisê dimîne.
Yek ji damezrênerên DEMOS'ê, kurtnivîsa saziya Lihevhatiya demokratîk û pêşdestiya ji bo çareseriya pirsgirêka kurdî (bi tirkî: Demokratik Uzlaşma ve Kürt Sorununda Çözüm Girişimi) ye. Herwekî gorî hêza xwe di nava hemî tevger û çalakiyên demokratîk de cihdigire.
Berhemên wî
- Demokrasi ve çok kültürlülük - Demokrasî û plûralîzm, 1999
- Doğu Dramı - Drama rojhilatê, 1996
- Devlet ve ben - Dewlet û ez, 1995
- Vatandaşlık açısından Kürt Sorunu - Ji aliyê hevwelatiyê ve pirsgirêka Kurd, 1997
- Liceden Parise Anılarım
- Türkiye'de demokrasi ve insan hakları sorunları
- Sol siyaset sorunları: Türkiye İşçi Partisi ve Kürt aydınlanması
- Türkiye'nin çağdaşlaşması ve Kürtler: makaleler, konferanslar, söyleşiler
- Türkiye İşçi Partisi ve Kürtler
- Demokrasi, çokkültürlülük ve bir yargısal serüven
- Kürt Siyasal Hareketlerinin Sınıfsal Analizi
- Türkiye'nin Kürt siyasetine eleştirel yaklaşımlar
[1]