Celal Melekşa sala 1951 li gundê Melekşa ya ser bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk dibe. Bi helbest û çîrokan dest bi wêjeyê û karê hunerî dike.
Melekşa di bin zordariya rejîma Îranê de, bi karê hunerî û nivîsandina helbest û çîrokên Farisî ve mijûl bû.
Ji sala 1979’an ve giranî dide ser wêjeya Kurdî û helbestan bi Kurdî dinivîse.
14 salan di kovara ”Sirwe”ya da bi nivîs û helbestên xwe tesîrek pir mezin ser ciwanên kurd dike.
Dîwana wî bi wergera zimanên Îngilîzî, Swêdî, Erebî û Farîsî derketine.
Helbesteka wî ya pir sade û kûr fîkir, hêvîyek diçîne dilê her kurdekî ku rojek biçe xeracek û bangên wiha bibihîse: Silêmanî, Efrîn, Kobanî, Laleş, Amed…hwd
Awatêk
Axo debê
Ew roje bê?
Kawey kurim
Cantay sefer kate şanî
Dellalanî ber geracî şarî Sine
Hawar biken
Silêmanî… Silêmanî…
Gelî hevalan
Dema ez mirim, tika dikim ku min
Vê xerîbistanê de nespêrin axê
Laşê min ê westiyayî û xemgîn bişewitînin
Xwalîya min a pirr ji xem
bisperin bi ҫemê Dîcle.
Ji bo xemên xwe
Xwezî min
karibûya tiştek bikra
Ji bilî sebrê
Ez dibêm vî bajarî bihêlim û bisefirim
Herim û xwe li dinyayê derbeder kim
Bi hawara dil û bînahiya xwe
Hemû dinya û alemê
ji derdê xwe xeberdar kim
Di dojeha eşqa çavên xwe de min bişewitîne
Cenneta çavê te bi buhuşta xweda naguherim!
Vêga li vir, şairek im
Birînên xwe dihûnim
Dengbêjekî bi tenê me û
Di şeveke bê bihur de…
Hebo hebo
Xemên xwe dinivîsim…![1]