Carek hebû carekî heft kûsî rabûne ser darekî dar hejiya, kûsî meşiyan, xîncîrê kûlê diyaran hezar rehmet li dê û bavê guhdaran.
Zemenekî li diyarekî dûr axayekî hebû û keçake wî hebû. Navê keça wî Xezal bû. Keça wî zehf narîn bû. Axa ji keça xwe pir hezdikir lê belê zehf jî zilimkar bû.
Keçik rojek ji bavê xwe re dipirse:
“ Gelo ez çima mîtanî hevalê xwe nagerim.” Axa dibêje:
“ Keça min, min li ser diya te sond xwariye ez ê miqatê te bim. Xwedê neke tiştek were serê te ez ê ka çi bikim.” Qîza Axê dibêje:
“ Bavo tiştek nabe, em hemû li hev nasdikin, kî bi min tiştek bike.” Axa dibêje:
“ Here qîza min lê zehf dûr neçe”
Keçik tê derve, geh diçe, geh kilaman dibêje û diçe… li ber çem rûdinê û piyê xwe dixe nava avê û destê xwe jî dixe nava avê û dibîne ku xortekî li ser serê wê sekîniye ew xort jî Celo ye, heta tu bibêjî ciwan e û Celo û Xezal bi hevdu re xeberdidin û dilê wan dikeve hevdu. Zeman tê, rojek, dido, sisê, çar… hema wisa hev dibînin her du evîndar ji hev hezdikin. Haya kesî ji wan tûneye ku ew ji hev hezdikin.
Kûrê apê wan dibîne, hêrsa xwe ji Xezalê tîne, Xezal dibêje:
“Karê te pê tuneye.” Kûrê apê wî jî dibêje:
“Tû heta rûyê dinyayê bî, tu ya min î, ez te nadim Celo.”
Kûrê apê Xezalê, diçe ji bavê Xezalê re dibêje:
“Xezal û Celo bi hev re ne. Dersekî bide Celo ku bila êdî newêribe we re cem Xezalê”
Piştî fesadiya wî, Axa ji xulamê xwe re dibêje:
“Herin ba Celo, bila were cem min?”
Şahûnekî dikeve dilê Celo, dibêje:
“Helbet ji bo zevaca min û Xezalê ye, Axa ji bo wî gazî min kiriye.”
Celo diçe hûzura Axê. Axa hilmeke dirêj hildide û serê xwe bilind dike, dibêje:
“Law Celo min bihîstiye tu pey Xezala min î, ew heta wî temenê xwe birçîbûn, tîbûn nedîtiye, law tu bi çi qîza min xwedîkî, tu şivanî sibê serê çiya heta êvarê. Tu nikarî parîyek nan bixweyî, îja tu qîza min xweyîkî?”
Dibe nalîna Celo, xeber nade hêsir ji çavê Celo dawêje û dibêje:
“Axayê min, ez ji qîza te pir hezdikim, ji bo xwarinê tu dibêjî, ez potê ser xwe jî bifroşim ez ê qîza te xwedîkim.” Axa dibêje:
“Xwedê ez bibîhîzim tu bi du Xezala min biçî, bi şeref namûs ez ê te bikujim, keça min dest girtiye, mehek şûnda dewata wê heye kûrê apê Hesen wê xwastiye ez te êdî bi re nebinim, wenda be?”
Celo heta mehekî wisa digrî, digrî, digrî, Celoyê qijik û reben wisa bê hal ma. Kete nav ciya, kûrm kete nava bedena wî û di nav çadira xwe de hem wisa ma. Wextê ku neçû û nehat kûr mamê kete meraqê û geriya, geriya, geriya… Dêhna xwe da ku Celo di çadira xwe de dirêjkirî bû. Meriv dizanî bû ku Celo yê mirinê ye Celo çavê xwe vekir, ji kûrê mamê xwe re got:
“Ji bo Xwedê tu ji Xezala min re bibêjî, bila were carek wê bibinim.” Ew jî pal dide.
Diçe cem Xezalê, wê gavê jî deweta Xezalê heye, bi dizîka diçe ber Xezalê dibêje:
“ Xuşka Xezal, xuşka Xezal, Celo li hêviya te ye. Dibêje bila were ez wê bibînim û halê wî pir xirabe.” Xezal, dibêje:
“ Ka ez ê çawa werim, bavê wê min û Celo bikûje,” Kûrê apê Celo jî dibêje:
“Xuşkê tu neçî ba Celo, hema wê bimre, tu yê bimrî, çê fayde ye.”
Xezal, ji berdestiyê xwe re:
“Min îdare bikin, heya ez diçim û têm.”
Wextê ku diçe ba Celo, dîhna xwe dide Celo, Celo di xûnê de maye, diçe cem Celo rûdine, bi desmala xwe birîna Celoyê xwe paqiş dike. Celo, dibêje:
“Ez heyrana te bim, tu xwe bi birîna min pîs nekî, deweta te heye.” Xezal dibêje:
“Celo, dewet tune, ez ê bêjim ez ji Celo hezdikim, ez ji kesî re nabim yar.”
Xezal bi lez vedigere tê nava rê, dibêje:
“ Ez naçim dawetê jî bila were vira, min dikuje bila li vira min bikûje.”
Vedigere tê ser Celo, dîhna xwe didê ku bê zar û ziman maye. Celo kaş û kaş dike dîhna xwe didê ku Celo miriye û qêrîn pê dikeve û dibêje:
“Xwezîka ez mirî bûma, min ne gotina bavê xwe re derêmê malê.” Xezal di nava kefa destê Celo de morîkekî dibîne Celo wê moriyê bida wê. Celo diçe mezelê. Xezala delal jî dîn û har dibe …[1]