Navê pirtûkê: Ferhenga Biwêjan
Navê nivîskar: Mustafa Borak
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: Enstîtuya kurdî ya Stenbolê
Sala çapê: 2005
[1]
A devê (yekî) gotin guhê wî nebihîstin
Hay ji gotina xwe tune bûn. Gotinên giran gotin. Tu guh mede wî, ya ku devê wî dibêje, guhê wî nabîhîze.
A di binê zimanê xwe de gotin
A rastî gotin. - ... tu ya di binê zinranê xwe de bibêje, karê min heye divê ez derkevim.
Ronî War
A di dilê xwe de negotin
Rast û durist neaxaftin. Xwe bi awayekî din nîşan dan. *Erê, Rihan wisa dide nîşandan, lê ez bawer im ku ya di dilê xwe de nabêje.
A di mal de, yê min tê de
bnr. A ji min wê de, yê min tê de.
A dil nîşan nedan
bnr: A dilê (yekî) di dilê wî de bûn.