Rêheval Rênas wekî Kurdekî ji eslê xwe ji Rojhilata Kurdistanê ye, bi berpirsiyariyekî dîrokî berê xwe da refên şoreşê.
Rêheval Rênas li hember hemû pergalên ku ji bo gelê Kurd zilm, qirkirin û tunekirinê rewa dîtine serî hilda û cihê xwe têkoşîna dîrokî de girt.
Li hember şerê tunekirinê a ku li ser şoreşa Rojava dihat meşandin, bi dil û can û rihê seferberiyê di eniyên herî pêş de cihê xwe girt û erk û berpirsiyartiyên xwe bi cîh anî.
Li hember dijminê mirovahiyê DAIŞê û dagirkeriya Tirk di hemû eniyan de wekî şervanek û wekî fermandarek bi fedakariyek mezin têkoşinek bêhempa meşand.
Rêheval Rênas bi zindîbûna xwe û di her şert û mercî de bêtereddut kesayeta xwe ya çalakvan ve li her demê erkên xwe bi berpirsiyartiyek mezin bi cîh anî.
Rêheval Rênas li gelek perçeyên Kurdistanê bi îddîa û bibiryabûnek mezin tevli her cure xebatên şoreşê bû.
Wekî brayê xwe Rêbaz ku bûbû sembola ciwanên fedayî ya Kurdistanê, ew jî di heman rêkê de bi seknek fedayî tevlî karwanê şehîdan bû.
Di jiyana xwe ya şoreşgertiyê ya 30 salan de, bi dil û can bi azadiyê bawer kir û lehengiyên biheybet derxist holê.
Nasnameya rêheval Rênas wiha ye:
Nasnav: Rênas Roj
Nav û Paşnav: Selahettin Şehabî
Navê dayik: Emîne
Navê bav: Seîd
Cîh û dîroka Şehadetê: Qamişlo | 19 Tebax 2021[1]