Navê pirtûkê: Heyranok: Gilî û gazindên evînê.. Muzîk û mork
Navê nivîskar: Beşîr Botanî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stockholm
Navê çapxaneyê: Apec-Tryck
Sala çapê: 1991
Were buhar e, min got ji dilê min ra çi buhareka lo li demdemî
Em ê kolk û çeperê xwe çêkîn ber vê avê lo ber vî çemî
Min got hindî sala paştir e em ê bêjîn xwezî heft xwezî ax par vî demî
Were buhar e, min got çi buhareka xoş û rengîn e
Hindî çavê xwe digerînim, na gerînim her diyar nîne
û delalê dilê min berze ye hawar çi jîn e
Were buhar e, min got ez çûm zozana lo min zozan ne kir
û ez ê ber befrê ra borîm lo min tav ne kir
Evînîka min û bejna bilind gûza pûç û ax feyde ne kir
Were buhar e, min got zozanî me lo deştî na bim
Bi Xudê ez a zêrê zerê Mehmûdî me lo xira nabim
Ez gorî pa nê min jiyana xwe deyna ser hewe lo poşman na bim. [1]