Di lêkolîna meydanî ya ku Lêkolîna Rawestê li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê kir de hat diyarkirin ku di rêjeya dengên HDPê de ti guhertin çênebûye û dengên AK Partiyê ji sedî 11 kêm bûye û rêjeya dengên CHPê jî nêzîkî ji sedî 10 e.
Lêkolîna Rawestê ku navenda wê li Amedê ye encamên lêkolînên xwe yên meydanî yên meha Hezîranê ku li bajarên Amed, Riha, Mêrdîn û Wanê kiriye eşkere kir.
Di lêkolîna ku bi 1565 kesan re hatiye kirin de ji beşdarvana pirsa Eger vê Yekşemê hilbijartin hebe hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê? hat pirsîn û rêjeya dengên ku partiyan ku di Hezîrana 2018an de wergirtine hate pîvandin.
Di encamê de derket holê ku rêjeya dengên HDPê %51.3, rêjeya dengên AK Partiyê ji sedî 34.7 daket ji sedî 23.8an.
Li aliyê din CHPê rêjeya dengên xwe nêzî 3 qatan zêde kir û li Bakurê Kurdistanê ji sedî 2.7 derket ji sedî 9.8an.
Yek ji encamên lêkolînê jî ev e ku rêjeya dengên MHPê ku ligel AK Partiyê Tifaqa Gel pêk tîne ji sedî 4.3 daket ji sedî 1.9an.
Di lêkolînê de her wiha hat dîtin ku Partiya Pêşerojê ji sedî 2.6, Partiya DEVAyê jî ji sedî 4.7 dengan wergirtiye.[1]