Navê pirtûkê: Nvîsarkarê kurmanca, efrandina duya
Navê nivîskar: Heciyê Cindî
Cihê çapkirina pirtûkê: Rewan
Navê çapxaneyê: Hukumata Şewra Ermenistanê
Sala çapê: 1934
Nvîsarkarê kurmanca, efrandina duya
GUNDE TEZE
Bhar bû, heyamê derketinê. Cayir, cîman, deşt û zozan xemilî bûn bi gul, sosin û rhana. Belekiya berfê dhêlyan ji nav serâ çiya, dxulxulîn avêd kaniyane sar, berjêr dbezîn, dhatin jêr tev hev dibûn, çem grêdidan û dikşyan ber bi deşê û dha dur.
Reşhêla bi çivîkara distra kilama her car. Li ezmanê sayî nola tas qîrîna refê qulinga dihat. Keriyê şivana xue dabû quntara çiya, cotkariya ho dkir ber serê zeviya şov radkirin.
Qîz û bûkêd gund cêrr li ser mila ber bi kaniya teze dmeşyan, milê xwe li milê hev dxistin, dmilmilîn û dkenyan, hinek ji kaniyê vedigeryan, dlezandin, digihîştin mal.
Jinêd sere dew dkilan, li hewşe fre, gore çêdkrin teşî dristin. Li ber derîkî çend mêra ostatî dikir, hacetê şkestî sax dkirin, yê teze çêdikirin. Bundda hêwurze bû, xevat dkelya, kesî bê xevat tunebû.
Biniya gundda hêwurze bû, li wê derê bû mekteba teze – koçka belek. Ewê li xue hêwurandibû ji sedî zêde qîz û kur : kulîlkê teze. Bu şingîna zengil, car din bû hêwurze, vebû derê xuendinxanîkî teze li wê derê jina dxuend bi fikra teze. [1]