Hevpeyvîn Kadrî Esen - Ahmet Kanbal / MA
#Omer Çeken# û #Huseyîn Bozkurt# ku piştî 30 salan hatin berdan. Di vê beşa hevpeyvînê de ewê qala 30 salên xwe bikin.
Di sala 1992’yan de ji ber bûyereka di 3'ê adarê de li gundê Xerabê Ripin ê navçeya Hezexê ya Şirnexê diqewime bi Ekrem û Şukru Akman re Omer Çeken û Huseyîn Bozkurt jî tên girtin û cezayê muebedê li wan tê birîn. Çeken û Bozkurt ku bi birayên hev Ekrem û Şukru Akman ên birayên hev re di heman rojê de hatibûn girtin dîsa di heman rojê de bi wan re hatin berdan. Di 24'ê sibatê/reşemiyê de Omer Çeken (60) ji Girtîgeha Bafra ya Samsûnê û Huseyîn Bozkurt (65) ji Girtîgeha Depê ya Xarpêtê hatin berdan. Çeken û Bozkûrt jî derbarê serboriya xwe ya 30 salan de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn.
Dema ku hûn hatin girtin hiqûqekek çawa li Tirkiyeyê hebû û we texmîn dikir ku hûn ê 30 sal girtî bimînin?
Huseyîn Bozkurt: Kesî ji me texmîn nedikir ku em ê 30 salan di hefsê de bimînin. Lê hiqûqa hingê li gorî şerê derûnî bû. Wê demê dixwestin mirovan ji rastiya wan dûr bixin. Dixwestin mirovek kurd ji kurdbûna wan dûr bixin. Bi qanûnên ku çêkiribûn ne tenê kesan di şexsê kesan de malbatên wan jî didarizandin û ceza dikirin.
Omer Çeken: Wê demê tecrubeya me ya zindanan tune bû û me texmîn nedikir ku em ê ew qas girtî bimînin. Hindik be jî ji hiqûqa wê hinek tişt dihatin fêmkirin. Dixwestin me û malbatên me bitirsînin. Qet tiştekî te tunebûna jî heke giliya te bihatina kirin bêyî lêkolîn te digirtin û 25-30 sal ceza li te dibirîn. Lê tu dera dinyayê hiqûqeke wiha tune ye. Mirov 36 salan nade 12 mirovan.
Li girtîgehê rojên we çawa derbas dibûn, hûn dikarin hinek qala serpêhatiyên xwe yên li girtîgehê bikin?
Huseyîn Bozkurt: Heta ji me dihat me pirtûk dixwendin. Werzîş dikirin. Di jiyana dîlgirtî de her tiştê mirov ji mirov tê girtin. Di hişmendiya mirov de dema ku xeyalên mirov hebin, mirov li gorî xeyalên xwe dijî. Me jî bi vî awayî xwe li ser pêya digirt û jiyana xwe didomand. Li gorî vê; me dixwend, bi hevalên xwe re sohbet dikir û pêvajoya li derve dişopand.
Omer Çeken: Serê ewil em ne xwedî tecrube bûn. Bi alîkariya hevalên xwe em tecrubetir bûn û hînê jiyana girtîgehê bûn. Mirovek bê girtin heke vîna xwe xurt neke nikare têde bimîne. Bi xwendina pirtûkan û têkiliya bi hevalan re ev bi me re bi pêş ket. Ev me li ser piya dihişt. Di encama êrîşên dijmin de hevalên li cem me ku me hev nas dikir şehîd bûn. Vê qet ji bîr nakim.
Ligel parastina mejî, parastina tenduristiyê jî muhîm e. Di rewşên wisa giran de we çawa tenduristiya xwe diparast? Mesela kesek bi nexweşiya şekir, yan bi nexweşiyeke din biketa, we çi dikir? (Ji bilî meseleya serîlêdana doktorê girtîgehê)
Huseyîn Bozkurt: Em diçûn bijîşk lê penceşêrê bi aspirînê tedawî dikirin. Nêzîkatiya nexweşxaneyê û bijîşkan ev bû. Li gel nexweşiyên giran tişta ku mirov li ser pêya digirt moral û rihê hevaltiyê bû. Bi her awayî em li cem hev bûn. Çiqas derfetên me kêm bûn jî me ji bo kesekî nexweş hemû derfetên xwe bi kar dianî û hevalê nexweş îhmal nedikir. Maneviyata hevaltiyê mirov li ser pêyan dihişt. Gelek hevalên me bi nexweşiyên giran ketin û hinek ji wan jî şehîd bûn. Lê ji ber alîkariyê û rihê hevaltiyê negotin 'ay' jî.
Omer Çeken: Wekî derve derfet tunebûn ku mirov biçe cem bijîşkan tedawî bibe. Bijîşkan li mirov nedinêrt. Bijîşkên nû dianîn. Nizanibûn û xwe li wir hîn dikirin. Pişt re dibûn bijîşkên pispor. Ku dera te biêşiya êşbirê didane te.
Ji berê ve li girtîgehan mîrasek hebû. Ew mîras jî me li ser pêya digirt. Heke hevalek nexweşba her heval alîkariya wî dikir. Mînak hevalek felçba her hevalî lê mêze dikir. Bi vî awayî me moral dida hev û nexweşiya wî pê dida jibîrkirin.
Nêrîn û analîzkirina girtiyan a derbarê geşedanên li derve bêtir bi çi rengî bûn?
Huseyîn Bozkurt: Çapemeniya pergalê tiştên rast serobin dikir û wisa dida. Lê li gorî rastiya civakê û mijarên ku dibûn rojev, analîzên me zêde ne xerab bûn. Mirovek dema her û her li ser civakê û pêvajoyê bifikire, bawer nakim ku ters bikeve. Lê tu bikî nekî wekî li derve derfetên hin tiştan di destê me de nebûn. Hin nirxandinên me yên li ser bûyeran jî şaş derdiketin û berovajiyê wan çêdibû.
Omer Çeken: Wekî derve nebe jî fikra mirov li ser çi be bivê nevê mirov ji wî tiştî baş fêm dike. Berê me ji malbatan hin tişt dibihîstin. Zêde guhê xwe nedida çapemeniyê. Tiştên ku çapameniyê digot me tersî wî fêm dikir. Kesên ku ji çapameniyê bawer kirin jî ji me qut bûn. Nêrînên me ne xerab bûn.
ME KOVARÊN ZANISTÎ DIXWEN LÊ ZÊDE JÊ FÊM NEDIKIR
Girtî siyasetê baş dişopînin. Lê gelo çiqas dikarin tiştên din ên li derve bişopînin? Mesela we qet dizanibû ku facebook vebûye? Dûre twitter hat, tenê mirov bi çend rêzikan tiştan dibêjin? Yên li hundir dikarin heta kîjan astî vê pêvajoya derve bişopînin?
Huseyîn Bozkurt: Me dizanibû ku teknîk pir pêş ketiye. Sedsala îro em têde ne sedsala zanist û teknîkê ye. Lê di şertên dîlgirtinê de me sûd ji vê nedigirt. Malbatan û hevalên ku nû dihatin girtin me ji tiştên nû agahdar dikin. Ji ber vê em dizanibûn û lê me nizanibû bi kar bînin. Niha em hatin berdan hê jî êşa vê dikişînin. Niha ji bilî vekirin û girtinê bi telefona xwe re eleqedar nabim. Tişte ku mirov bi kar neyne ne rast e ku mirov bibêje ez dizanim.
Omer Çeken: Wexta em hatin girtin hema bibêje tiştek tune bû. Me hin tiştên teknîkî ji kovarên zanistî dişopand lê me jê fêm nedikir. Hevalên ku nû dihatin girtin ji me re qala teknîkê dikirin. Lê em difikirîn ku çawa tiştekî wiha çêdibe. Vê derbarê de haya ji hin tiştan hebû. Ji hin tiştan jî haya me tune bû. Teoriya hin tiştan em dizanibûn û lê pratîka wî tune bû. Niha dizanim telefonê vebikim, Min elimandine lê zêde jê fêm nakim. Kişandina wêneyan nîşanî min dane.
TENÊ MEKAN GUHERÎ, EM NE AZAD IN
Pistî 30 salan li derve cudahiya herî berbiçav çi ye û di çarcoveya ferqa hundir û derve de li gorî we wateya azadiyê çi ye?
Huseyîn Bozkurt: Her kesek ji bo wî wateya azadiyê heye. Mirovek ku ji siyasetê fêm bike ji bo wî azadî jiyaneke xweser e. Hinek jî li gorî dikaribe çi bike û derfetan ji xwe re bi kar bîne, ew dibêje azadî ev e. Lê li gorî me heta bi her awayî mafê gelê me bi dest nekeve azadî nîn e. Em ji bin dîlgirtinê derketibin jî em ne azad in. Tenê mekan guheriye. Azadiyê li vir nabînim.
Tişta balkêş jî têkiliyên di nava civakê de ne. Ji şêwazê bigire heta nêzîkatî û xîtaba wan a bi hev re. Derketina me ya ji girtîgehê wekî masiyek ji nav avê girtibin û avêtibin bejahiyê ye. Masî çiqas hewl bide xwe jî di encamê de mecbûr dimîne û disekine. Ê me jî hinek wilo ye. Xwedayê kesan bûne pere. Ez jiyaneke wiha wekî azadî nabînim.
Omer Çeken: Fikra me civakî ye. Şexs çiqas li derve be jî dema ku civaka wî û gelî wî ne azad be ne pêkane bibêje ez azad im. Serokê gelekî ku ne azad be ew gel nikare ji xwe re bibêje ez azad im. Dema derketin miletê ji me re got êdî hûn azad in. Lê azadiya wiha nabe. Heke civak me ne azad be em jî ne azad in.
Em hinek matmayî man. Ji şêwazê bigire heta guhertina mirovan guhertina xwezayê û bajaran em matmayî hiştin. Berê em li gundan bûn, her tişt xwezayî bû. Niha teknolojî pêş ketiye hemû kes bi wê ve mijûl in. Bivê nevê ev hinek ji mirov re xerîb tê. Fikirandina şexsê xwe ji me re xerîb tê. Li girtîgehê wiha nebû. Fikirandina giştî û komî hebû. Ev hinek li me zor tê. Em ji xwe re azadî nabînin. Fikra me ew e ku em û civaka bi hev re azad bibin.
'SERÊ MIROVAN 24 SAETAN DI TELEFONAN DE YE'
Dema ku hûn hatin berdan û derketin derve, ji nav tiştên we li derve dîtin a herî balkêş ku bandor li we kir çi bû? Wekî mînak we guherîneke çawa dît?
Huseyîn Bozkurt: Têkiliya civaka dema ku em hatin girtin cuda bû. Lê îro têkilayî cudatir in. Sedsala 21’emîn di hêla fikirandina kesan de bûye sedsala ji çanda xwe, ji rastiya xwe û ji zimanê xwe dûrketinê. Dema ku em hatin girtin kesî xwe înkar nedikir. Lê niha ji bo çar qurişan kes dikare xwe, çanda û nasnameya xwe înkar bike. Ez bi vê matmayî mam. A din jî têkiliya di navbera kesan de min matmayî hişt. Asta têkiliya di navbera jin û zilaman de ji hêlekê ve erênî dibînim û ji hêlekê ve jî bi temamî ji bo dûrketina ji rastiya xwe hatiye bi kar anîn. Ev jî min matmayî dihêle.
Omer Çeken: Berê di navbera biçûk û mezinan de hurmet hebû. Li gundan dema ku kesek biaxiviya lê guhdarîkirin hebû. Lê niha niha ne wiha ye. Her kes bi serê xwe diaxive. Ev min matmayî dihêle. A din ku min matmayî dihêle jî telefon e. Serê mirovan 24 saetan di telefonê de ye.
Çaxê hûn hatin girtin bira/xwişkên we yên ezeb hebûn. Zarokên we biçûk bûn. Lê îro zewicîne, zarokên wan çêbûne. Yanî neviyên we hene. Dema ku hûn hatin berdan û ev zarok ber bi we hatin we çi hîs kir?
Huseyîn Bozkurt: Hemû zarokên min zewicîne, min deweta kesî ji wan nedît. Gelek nebiyên min çêbûne. Niha ji min re dibêjin yabo, ji ber ku ez bi wan re nejiyame û di nava wan de nemame ev zora min diçe. 30 sal ne hindik e. Dema ku dibêjin yabo ji min re ecêb tê. Di jiyana me ya 30 salan rêhevaltî hebû. Uslûba me li ser rêhevaltiyê bû. Em hinek di hînbûna civakê de zehmetî dikişînin. Em nikarin ji bin ve red jî bikin. Lê em zehmetî dikişînin. Yek dibêje yabo yek dibêje xalo. Em ji van gotinan re xerîb mane. Hê nû nû nebiyên xwe nas dikim. Ji gund tên cem me, ez wan nas nakim.
Omer Çeken: Dema ku ez jî hatim girtin zarokên min biçûk bûn. 9-10 salî bûn. Em bi hev re nejiyan. Hin caran dihatin hevdîtinê. Ew jî tev nedihatin. Niha dibêjin yabo, ez matmayî dimînim. Nizanim ku gazî min dikin. Ji ber vê hin caran ez û ew jî matmayî dimînin. Ji neçarî niha em xwe hêdî hêdî hîn dikin.
Em dizanin li girtîgehê perwerdehî her heye. Lê li derve tiştek wiha bi rêk û pêk tune ye. Ev rewş we aciz nake? Hûn niha dema xwe bi çi derbas dikin û bi çi re mijûl dibin?
Huseyîn Bozkurt: Bixwazî nexwazî piştî 30 salan çûn û hatina me heye. Hê jî mêvan tên. Lê dixwazim ji civakê fêm bikim. Ji mirovan fêm bikim. Hê jî ji zarokên xwe re dibejim heval. Niha em difikirin ku çawa derûniya girtîgeha ji ser xwe biavêjin. Hewl didim ku ji vê derûniyê rizgar bibim. Dixwazin hê bêtir bi civak, malbat û gel re têkiliyeke xweş deynim. Em niha di pêvajoya derûniya girtîgehê ji ser xwe biavêjin de derbas dibin.
Omer Çeken: Em difikirin ku em ê di nav civakê de bi roleke çawa rabin. Çawa bikevin nava wan. Ji bilî vê hê me dest bi xwendin û nivîsandinê nekirine. Min ji hevalên xwe yên girtîgehê re name şandin. Hêdî hêdî em ê bi elimin. Lê niha wiha derbas dibe.
Tişta ku we li hundir herî zêde xweziya xwe pê dianî çibû?
Huseyîn Bozkûrt: Xeyala me bû ku em hinek li xwezaya welatê xwe bigerin. Ji Serhedê bigire heta Dêrsim û Botanê ji xwe re li xwezayê bigerin. Lê nexweşiyên min rê nadin vê yekê. Careke emeliyat bûme û ez ê careke din jî emeliyat bibim. Ev xeyalên min hê pêk nehatine. Em ji xwezayê pir dûr bûn. Min dixwest li xwezaya welatê xwe bigerim. Hesreta me dîtina xwezayê bû. Niha em derketine jî ji ber nexweşiyên xwe min ev xeyalên xwe pêk neaniye.
Omer Çeken: Ê min jî xeyala min xweza bû. Em li gundan nav xwezayê mezin bûbûn. Xeyaleke min jî gera bajaran û deverên dîrokî. Beriya girtina xwe me zêde wate nedida cihên dîrokî. Lê derfetên min çênebûne. Heke derfetên min çêbibin û hêza min a gerê hebe ez ê bigerim.
Hûn ê ji niha û şûn ve çi bikin û bi çi awayî jiyana xwe bidomînin, planên we yên ji bo siberojê çi ne?
Huseyîn Bozkûrt: Ji ber nexweşiya xwe min hê xeyalên xwe pêk neaniye. Helbet her mirovek xeyaleke wî heye. Xeyalên 30 salan ji bîr nabin. Serboriya me jî ji bîr nabe. Xeyala min civakek azad, rojek azad û welateke azad e.
Omer Çeken: Em hê mêvan in. Heta niha hinek bi tenduristiya xwe re mijûl bûm. Ji ber vê min hê planeke daneniye pêşiya xwe. Keda ku me li girtîgehê dît nayê jibîrkirin. Em ê li ser vê kedê bimeşin.[1]
Di vê çarçoveyê de hevpeyvîna din bi du kesên 30 sal girtîmayî re:
- Piştî 30 salên girtîmayînê: Ez hê nizanim li bajar bigerim